Hiqûqnas: Fermana desteserkirinê ji aliyê Erdogan ve hatiye dayin

Hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dan û anî ziman ku Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de işareta êrişên bi vî rengî dabû.

ÊRÎŞA LI SER ÎRADEYA GELÊ WANÊ

Nerazîbûna li hemberî desteserkirina mafê hilbijartinê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan a bi fermana AKP'ê, zêde dibe. Di serî de xelkê Wanê gelê Kurda dakete qadan. Hiqûqnas û aktîvîstên mafên mirovan jî nerazîbûn nîşanî desteserkirina îradeyê dan.

'DESTESERKIRINA PLANEKE RÊXISTINKIRÎ YE'

Serokê berê yê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mehmet Karataş anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê de ji daxuyaniyên Erdogan dihate fêhmkirin ev êrîş wê bê kirin û diyar kir ku desteserkirina îradeyê rewşeke ji nişka ve nîne. Karataş got, "Planeke rêxistinkirî ye. Eşkere ye ku dewama vê yekê wê hebe. Ji bo desteserkirina şaredariyên din wê serlêdanê bikin. Tê gotin, têkildarî şaredariya Rêya Armûşê serlêdan kirine. Erdogan bi taybetî di axaftina xwe ya li ser 'Bila DEM Partî xwe îspat bike' de diyar dikir ku wê her cûre êrîşên bêhiqûqî li ser qada legal a demokratîk bêne kirin. Di axaftina xwe ya dawî de ya li şaneşînê jî di heman çarçoveyê de axivî."

'DESTPÊKA ÊRÎŞEKE TOPYEKÛN E'

Karataş anî ziman ku bûyer bi hiqûqê ve eleqedar nîne û got, "Êrîşeke yekane nîne. Destpêka êrîşeke topyekûn a berfireh e. Divê neyê jibîrkirin, kesê ku biryara betalkirina rakirina astengiya li pêşiya mafê hilbijartinê da, ew kes e ku demekê li vê derê bêhiqûqiyên mezin kir. Îtiraza li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dewam dike. Şerha li ser biryara radestkirina mazbatayê hêviya ji bo hiqûqê dewam dike. Tevî vê yekê li welatên ku muxalefeta civakî lê winda kiriye êrîşên bi vî rengî wê dewam bikin."

'GEL WÊ VÊ QEBÛL NEKE'

Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku li ser îradeya gelê Wanê hewldana êrîşekê heye û destnîşan kir ku gel wê vê êrîşa nehiqûqî ya li ser îrade û tercîha xwe qebûl neke.

Demîr ragihand ku biryar hem li dijî hiqûqê ye hem jî ne exlaqî ye û got, "Eger pêvajo bi vî rengî bi encam bibe, êdî wê hiqûqeke xefikê, hiqûqeke êrişê li ser kar be."

'FERMAN JI ALIYÊ WEZARETA EDALETÊ VE HATE DAYIN'

Rêveberê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê parêzer Sînan Heval Aras jî nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û got, "Di sala 2022'an de mafê hilbijartinê ji Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan re hate dayin. Ev biryar misoger bû. Lewma li gorî vê biryarê ji bo şaredariyê serlêdana namzetiyê hate kirin. Eger di belgeyan de kêmasî hebûya û astengî li pêşiya serokatiya şaredariyê hebûya, ji xwe dosya nedihat qebûlkirin. Lewma belgeyên li gorî ûsûlê hatin amadekirin û têrker bûn, bi vî rengî hatin pêşkêşkirin. Lê belê Wezareta Edaletê ferman da Dadgeha Ceza ya Giran a li Amedê û kir ku biryareke din bide. Ev biryar jî beriya ku misoger bibe hate wergirtin. Lewma li holê karekî bi temamî li dijî qanûna hilbijartinê ye, heye."