Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Temel: Dengdana ji bo Çepên Kesk berpirsyariyeke dîrokî ye

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel diyar kir ku parastina sindoqan û dengdana ji bo Çepên Kesk li dijî faşîzmê berpirsyariyeke dîrokî ye û got, "Divê di şeva 14'ê Gulanê de bala gelê me li ser daxuyaniyên navenda me ya giştî be."

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel ji ANF'ê re axivî û got, "Li Tirkiyeyê bi rastî jî hilbijartineke gelekî krîtîk û dîrokî tê kirin. Hilbijartina herî girîng û herî krîtîk a dîroka Tirkiyeyê ye. Li gel diyarkirina çarenûsa rejîmê, her wiha wê bibe hilbijartina wê yekê ku hêzên demokrasiyê, hêzên dijberê sîstemê wê karibin xwe li gorî siyaseta rêya sêyemîn bi rêxistin bikin yan na, wê karibin temsîliyeteke xurt bikin yan na."

'EM WEKE HILBIJARTINA DEMOKRATÎKBÛNA KOMARÊ DIBÎNIN'

Tayîp Temel got, "Her wiha em pê zanin ku di vê hilbijartinê de timî propagandayeke bi vî rengî tê kirin. Ev gelekî girîng e. Sedsala Tirkiyeyê ye. Ya rast hem Tifaqa Milet hem jî Tifaqa Cûmhûr di heman çarçoveyê de nirxandinê dikin. Yanî dibêjin, 2023 sala sedsalî ya Tirkiyeyê... Lewma komara yekperest, ya ku siyaseta înkarê dimeşîne, nasnameyên cuda dieciqîne wê di sedsaliya xwe de çawa be? Em hilbijartina vê yekê jî dikin. Lewma dengdayin wê karakterê vê rejîmê diyar bike; wê demokratîk bibe yan jî mîna sedsala derbasbûyî depot, înkarker û tekperest be. Em HDP, Partiya Çepên Kesk û hevalbendên me, li gel tifaqên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê dixwazin ev sedsal bibe veguherîna rejîmeke demokratîk. Ji ber vê yekê em hilbijartinê weke hilbijartina demokratîkkirina komarê dibînin. Her dengê ku em ê bi kar bînin, her dengê ji bo hêzên demokrasiyê û siyaseta rêya sêyemîn wê derbê li siyaseta înkar, zext, tekperest û depot a vê rejîmê bixe, wê derfet û firsendê bide hêzên demokratîk."

'HER TIŞT JI WAN TÊ, EM SINDOQAN BIPARÊZIN'

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel got, "Ji ber vê yekê her dengekî ku ji Partiya Çepên Kesk re bê dayin wê mîna bizmarekî be ku li ruhê faşîzmê bê xistin. Lewma em dengdanê, xwedîderketina li dengan weke berpirsyarî û wezîfeyeke dîrokî pênase dikin. Em vê bangê li hilbijêrên xwe hemûyan dikin."

Tayîp Temel anî ziman ku rejîma heyî wê zû bi zû têkçûnê qebûl neke, ji bo vê jî kare serî li her rê û rêbazê û hîleyê bide û got, "Divê gelê me baweriya xwe bi îdîa, nirxandin û şîroveyên medya AKP'ê nîne. Ji ber ku wê bibe şeva dawî ya wan. Lewma her tişt ji wan tê. Di vê çarçoveyê de me amadekariyên berfireh kirin. Li ser her sindoqê wê gelek muşahîdên me hebin. Muşahîdên me jî wê qada xwe ya wezîfeyê teqez neterikînin. Divê kes baweriya xwe bi planên kaosê nîne. Ya rast ew e ku guhê xwe bidin Partiya Çep, muxalefetê û qenalên muxalîf. Bila di şeva 14'ê Gulanê de bala gelê me li ser daxuyaniyên navenda me ya giştî be."