Baydemîr bang li xelkê Amed û Rihayê kir
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê bang li xelkê Amed û Rihayê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got, "Em ê serdema Brahîmiyan bidin destpêkirin."
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê bang li xelkê Amed û Rihayê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got, "Em ê serdema Brahîmiyan bidin destpêkirin."
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê bang li xelkê Amed û Rihayê kir. Baydemîr ji bo du serdeman Şaredarî ji xelkê Amedê re kir û li Parlamentê jî nûnertiya xelkê Rihayê kir.
Peyama Baydemîr ji bo xelkê Amed û Rihayê wiha ye:
“Xwişk û biryarên me, xelkê Amedê, gelê bi rûmet ez we hemûyan ji dil û can silav dikim. Amed bajarekî ku bi hezaran salan e nirxên mirovahiyê diparêze. Welatparêziyê, azadiyê diparêze. Ez bi bawerim ku di van rojên teng de wê carek din nîşan bide ku ew kelha azadiyê ye. Kelha wekheviyê ye. Amed tu caran pişta ewladên xwe li erdê nexistiye. We carek din nîşan bide ku Amed pişta vê gelê ye. Xwiş û birayên min wan xwestin ku bi hestên nîjadperestî Kurditiyê ji holê rakin. Wan xwestin ku hebûna xwe li ser tunebûna we ava bikin. Wan got ku eger qeyûman bînin wê Kurdistan, Kurd, Amedî dest ji doza berdin. Wan got ku wê Surê xira bikin,wê Kurd dest ji Kurdbûna xwe, ji Kurdistanê berdin. Wan got ku eger ew Rojava dagir bikin wê Kurd serê xwe bitewînin.
‘ROJA 14’Ê GULANÊ KONÊ ZILMÊ JI XAKA XWE RABIKIN
Lê hatiye wê astê ku divê em bersiva herî mezin di 14’ê Gulanê de li ser sindoqê bidin wan ku Kurd tu carî ji sekna xwe, ji welatparêziya xwe, ji nasnameya xwe, ji zimanê xwe bernedaye. Wê tu carî dest ji ewladên xwe jî bernedin. Xwişk û biryarên min, rojên zilmê hindik mane, rojên zaliman hindik mane. Mohr di destê te de ye, kilîd di destê te de ye, roja 14’ê Gulanê biçe ser sindoqê ku em vê konê zilmê ji xaka xwe rabikin. Bila rojeke nû, bihareke nû, bila derfeteke nû bikeve destê gelê me. Ez bi bîr û bawerim wê Amed carek din rola xwe ya dîrokî bide nîşandan. Amed pişta gelê me ye. Amed kelha gelê me ye. Ez careke din jî dil û can hemû Amediyan silav dikim. Rûmeteke gelek mezin e ku ez ewladê gelê Kurd im, ewladê xelkê Amedê me.
BERSIVA RIHAYÊ WÊ BIBE BERSIVEKE DÎROKÎ
Ji xeribiyê ji deverekî dûr ez silav û rêzên xwe ji Rihayê re dişînim. Xwişk û birayên min, bi rastî dema ku dibêjin Riha ji bo min cihê rûmetê ye. Gava ku dibêjin Riha, ji bo min cihê dilsoziyê ye. Di 2014’an Riha deriyê dilê xwe ji me re vekir. Di 2015’an de Riha got ku ez tu carî deriyê dilê xwe li Îbrahîmiyan re nagirim. Ev peyam da. Ez bi bîr û bawerim, em di roj û qonaxek wiha de ne ku bersiva Riha li dijî Nemrudiyan wê berisveke dîrokî be. Ev hişmendiya AKP-MHP’ê ergenekonê çawa ku welatê me dagir kir, çawa peyamên wan ew peyam bû ku wan hebûna xwe li ser tinebûna me ava kir, divê em bersiva herî mezin di 14’ê Gulanê de li ser sindoqê bidin wan ku bajarê Rihayê, bajarê Îbrahîmiyan e. Û êdî demê Nemrudiyan li vî bajarî qediyaye. Em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk da ku hemû cîhan bibîne Riha li dijî nemrudiyan e.”