Zumrut: Mîtînga Kolnê gelekî girîng e
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut anî ziman ku mîtînga 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo gelekî girîng e û got, "Gelê me wê vê qadê bi dirûşma azadî ji Rêber Apo re tijî bike."
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut anî ziman ku mîtînga 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo gelekî girîng e û got, "Gelê me wê vê qadê bi dirûşma azadî ji Rêber Apo re tijî bike."
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut anî ziman ku ew têkoşîna dîplomasî, hiqûq û civakî bi hev re dimeşînin û got, "Baweriya me tam e, gelê me wê li Kolnê li hev bicive û vê qadê bi dirûşma azadî ji Rêber Apo re tijî bike."
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut ji ANF'ê re axivî û di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bal kişand ser girîngiya meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li bajarê Kolnê. Zubeyde Zumrut got, "Ji bo meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê em di nava karekî berfireh de ne. Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye. Bi rêya vê tecrîdê dixwazin têkiliya Rêber Apo ya bi gel re bê birîn. Li hemberî vê yekê jî bi salan e em têdikoşin û têkoşîna me gihîştiye astekê. Armanca vê pêngavê şikandina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo ye."
LI HER QADÊ EM DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE NE
Zubeyde Zumrut ragihand ku sîstema Îmraliyê sîstemeke êşkenceyê ya bê hiqûqî ye, dewam dike û got, "Li hemberî vê yekê li her qadê em di nava têkoşînê de ne. Em vê têkoşînê li gel dostên xwe yên li qada navneteweyî dimeşînin ku fikrên Rêber Apo dipejirînin û daxwaza azadiya wî dikin. Em dixwazin vê pêngavê li tevahiya cîhanê belav bikin û bi ser bixînin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya pêvajoya ber bi çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya gelê me."
EM ZEXTÊ LI SAZIYÊN EWROPAYÊ DIKIN
Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku têkoşîn li ser bingeha dîplomasî, hiqûq û civakî tê meşandin û got, "Li hemberî vê bêhiqûqiyê girîng e ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û saziyên navneteweyî bikevin dewrê û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Eger em bi xurtî tevlî vê pêngavê bibin û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin, hingî em ê karibin van saziyan bixin nava liv û tevgerê. Biryara ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî Rêber Apo wergirt, encameke vê têkoşînê ye. Ewropa ji bo Kurdan qadeke girîng a têkoşînê ye. Gelê me li vir dijî û navendên saziyên navneteweyî li Ewropayê ne. Eger ev sazî hiqûqê bimeşînin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin wê dawî li tecrîdê bê.
ARMANC KOMKIRINA BI SED HEZARAN KESÎ YE
Ji ber vê yekê jî mîtînga navendî ya 16'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin gelekî girîng e. Ji bo karên beşdariya li vê mîtîngê gelek komîsyon hatin avakirin. Kar hate birêxistinkirin. Mal bi mal, kolan bi kolan em digerin. Armanca me ew e ku bi sed hezaran kesî li Kolnê li hev kom bikin û fikrên Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bikin. Em li bendê ne ku gelê me bi têgihiştina berpirsyariyê hem xwe hem jî derdora xwe tevlî vê têkoşînê bike. Baweriya me tam e; gelê me wê li Kolnê li hev kom bibe û em ê vê qadê bi dirûşma azadî ji Rêber Apo re tijî bikin."