YXK, JXK: 13'ê Hezîranê li dijî faşîzmê em li qadan bin

Rêxistinên xwendekaran ên Kurdistanî yên li Ewropayê YXK û JXK'ê bang kirin ku her kes tevlî çalakiyên dijî faşîzmê ya 13'ê Hezîranê li tevahiya Ewropayê bibin.

Xwendekarên Jin ên Kurdistanî (JXK) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bang li hemû ciwanan kir ku, ''Bi giyanê têkoşînê yê hevrê Qasim Engîn xwe berdin qadan.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Di serî de ciwanên Kurd û enternasyonalîst em bang li her kesî dikin ku 13'ê Hezîranê tevlî çalakiyên dijî faşîzmê bibin, bi giyanê têkoşînê yê Heval Qasim berxwedanê geş bikin. Em ciwanên Kurd û enternasyonalîst em geşkirina eniya berxwedanê ya li hemû qadan ji xwe re weke berpirsyariyekê dibînin.''

Di daxuyaniyê de êrîşên mêtingeriya  qirker a dewleta Tirk a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Mexmûr, Zînî Wertê, yên li ser Bakur hate bibîrxistin û hate gotin, ''Ev êrîşên berfireh tê maeneya geşbûna faşîzmê ya li cîhanê. Bi van êrîşan tê xwestin ku civakê serkut bikin, bêkêr bikin.''

JXK û YXK'ê di daxuyaniyê de bi berdewamî diyar kriin êrîşên qirker tînin ser wan lê gelê Kurd û pêşengên mîna Qasim Engîn çandeke berxwedanê geş kirine û diyar kirin ew dikarin derba kuştinê li faşîzmê bidin.

Bi berdewamî hate gotin heke îro hêviya wan li ser jiyaneke azad û komunal hebe, têkoşîna xwe dikin, ji bo avakirina Modernîteya Demokratîk  di vê rêyê de dimeşin ev mîrateya Qasim Engîn e, ji ber vê divê bi dil û mêjiyê xwe têbikoşin.

Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin: ''Em ciwanên Kurd û enternasyonal, em ê xwe li hev asê bikin û bi giyan, helwest û têkoşîna Heval Qasim 13'ê Hezîranê li qadan bin..''