YJAD: Êrîşên li dijî medyaya Kurdî bi dawî bikin!

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD) êrîşên li Belçîkayê yên li dijî medyaya Kurdî şermezar kir û bang kir ku êrîşên li dijî medyaya azad werin bidawîkirin.

YJAD’ê daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser dema êrîşên li ser stûdyoyên Stêrk TV û Medya Haberê ku demekê beriya niha Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdanek ji bo Belçîkayê pêk anî bû. Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dema êrîşa li dijî medyaya Kurdî  û seredanê wezîrê Tirk ne tesaduf e.

Di daxuyaniyê de êrîş hate şermezarkirin û ev yek hatin gotin: ‘’Em êrîşa li dijî Stêrk TV, Medya Haber û xebatkarên çapemeniyê bi tundî şermezar dikin. Stêrk TV û  Medya Haber dengê gelê Kurd û cudahiyan in û bi rêgeza rojnamegeriya rast her cure derew û polîtîkayên şerê taybet  yên rejîma AKP'ê pûç dikin.’’

YJAD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku ew van êrîşên li dijî çapemeniya azad weke şermeke polîtîk ya welatên Ewropayê û bi taybet jî ya Brukselê dinirxînin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Hewce ye demildest dawî li êrîşa li dijî çapemeniya azad were. Hewce ye raya giştî ya demokratîk li hemberî vê bêhiqûqiyê û vî sûcê li dijî  çapemeniyê yê ku li Bruksela paytexta Ewropayê pêk tê, bêdeng nemîne.’’