Yenî Ozgur Polîtîka 4'ê Gulanê ji nû ve tê çapkirin -NÛ BÛ

Yenî Ozgur Polîtîka ji 4'ê Gulanê û pê ve ji nû ve dest bi weşana çapkirî dike. Rojname destpêkê wê bi 10 rûpelan bê weşandin û ji aboneyan re bê şandin.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku ji ber şewba vîrûsa koronayê ji 2'ê Nîsanê ve li ser înternetê weşanê dike, ji 4'ê Gulanê û pê ve wê ji nû ve li ser kaxizê bê çapkirin.

Di daxuyaniya rojnameyê de hate gotin, "Ji ber rîska tenduristiyê ya li ser xebatkarên çapemeniyê, zor û zehmetiyên gihîştina rojnameyê ji bo aboneyên me, girtina firoşgehan û maliyeta zêde me ji bo demekê navber dabûn çapkirina rojnameyê li ser kaxizê û biryar dan ku li ser înternetê weşanê bikin. Ji 2'ê Nîsanê û vir ve li rêya rojnamevaniya li ser înternetê em xizmetê ji gelê xwe re dikin."

'DESTPÊKÊ WÊ JI BO ABONEYAN BE, PIŞTRE JÎ LI FIROŞGEHAN BÊ FIROTIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, piştî ku tevdîrên li dijî şewbê ji hin aliyan ve hatin sistkirin wan jî zend û bend ba dan û dest bi amadekariyên çapkirina li ser kaxizê kirin.

Bi dewamî di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji 4'ê Gulanê û pê ve em ji nû ve dest bi weşana li ser kaxizê dikin. Rojnameya me wê destpêkê bi 10 rûpelî bê çapkirin û tenê bigihêje ber destê aboneyên me. Piştî ku tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê bi dawî bûn wê ji dest bên belavkirin û li firoşehan ji nû ve hebin."

Her wiha ev agahî hatin parvekirin: "Di vê pêvajoyê de ji bo pêşvebirina weşangeriya me ya înternetê amadekariyên me yên ji bo malpera nû dewam dikin. Malpera me ya nû jî wê di dema herî kurt de bikeve xizmeta we. Bi naverokeke tijî û dagirtî, bi nivîskar û mijarên dewlemend hem li ser kaxiê hem jî li ser înternetê em ê bi rengê herî zû hewl bidin xwe bigihînin we."

'BI ABONETIYÊ HÛN DIKARIN PIŞTGIRIYÊ BIDIN'

Di dawiya daxuyaniya Yenî Ozgur Polîtîkayê de ev peyam hate dayin:

"Gelê me yê li dîasporayê bi abonetiyê dikarin destekê bidin rojnameya me û bibe parçeyek ji kevneşopiya çapemeniya azad."

AGAHIYÊN PÊWÎST ÊN JI BO ABONETIYÊ

Aboneya li Elmanyayê:

Heqê abonetiya mehekê: 25 Euro

Heqê abonetiya 3 mehan: 70 Euro

Heqê abonetiya 6 mehan: 130 Euro

Heqê abonetiya salekê: 250 Euro

 

Abonetiya li Swîsreyê:

Heqê abonetiya 6 mehan: 300 Frangê Swîsreyê

Heqê abonetiya salekê: 500 Frangê Swîsreyê

 

Abonetiya li welatên din ên Ewropayê:

Heqê abonetiya 3 mehan: 75 Euro

Heqê abonetiya 6 mehan: 150 Euro

Heqê abonetiya salekê: 300 Euro

 

Agahiyên li ser hesabên bankayê

SPK Langen-Selingenstadt

Konto No: 36 11 67 21

BLZ: 506 521 24

IBAN: DE 05506521240036116721

SWIFT BIC: HELADEF1SLS

E-Mail: [email protected]