Yên di qetlîama Hanaûyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibiranîn

Di meha 5’an a qetlîama li bajarê Hanaû ya Elmanyayê hate kirin de, ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê merasîmeke ya bîranînê hate kirin.

Bi tevîbûna saziyên Kurdan, Elman û Tirkiyeyiyan ji bo ketina meha 5’an a qetlîama Hanaû yê ji aliyê Migrantîfê ve li Konîgstr a Navenda Bajarê Dûîsbûrgê saet 17:30’î çalakiyek hate kirin. Di bîranînê de navê koçberên ku li Hanaûyê hatin qetilkirin hate xwendin.

Di axaftinên mîtîngê de hate kirin ev hate gotin: “Em koçber her rojê rû bi rûyê hezar û yek cûreyên faşîzmê tên. Li nava otobûsê, dibistan, cihê kar, kolan bi kinahî li her qada jiyanê rastî vê tên. Ev yek car bi meyzînek henekî, car jî bi karekî ku heq kirî negirtiin, li taxekî ku bixwazî bibî xwedî mal lê nedîtin.”

NCKD, AGÎF û Elmanên Antî-faşîst ên Yekbûyên Mîgrantîfa tevî çalakiyê bûn.