YE: Ji peywirê girtin zirarê dide demokrasiya xwecihî

Yekîtiya Ewropayê (YE) têkildarî xespkirina şaredariyan daxuyanî da û diyar kir ku xespkirina şaredariyan zirarê dide demokrasiya xwecihî û ragihand ku divê pirsgirêk bi çareseriya siyasî ya aştiyane û mayînde were çareserkirin.

Li ser navê Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Ewlehî û Têkiliyên Karê Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherînî berdevk Maja Kocîjancîc daxuyanî da û diyar kir ku ji peywîrê girtina hevşaredaran tê wateya lêpirsîna encamên demokratîk yên hilbijartina 31’ê Adarê.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser ji peywirgirtina hevşaredar, girtin û qeyûm tayînkirina li cihê wan di asta xwecihî de gel ji nûnertiyê bê par hatine hiştin û ev wê zirareke cidî bide demokrasiya xwecihî.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku mafê Tirkiyeyê yê ‘têkoşîna li dijî terorê’ heye û ev tişt hate diyar kirin; “Lê hikûmeta Tirk berpisyar e ku veya li gorî dewleta hiqûqê, mafê mirovan û azadiya bingehîn bike.” Di daxuyaniyê de qala peymanên navnetewî yên mafên mirovan ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye hate kirin, hişyariya pêkanîna ‘qanûnên krîmînal’ an jî ‘têkoşîna terorê’ ji ber sedemên siyasî berfirehtir were kirin.

Di daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê hate kirin ku li gorî pêşniyarên Komîsyona Venedîk û Şertên Rêveberiya Xwecihî ya Ewropayê tevbigere.

Li aliyê din bang li Tirkiyeyê hate kirin ku di mijara doza Kurd de ji bo çareseriyekî aştiyane û bi berdewamî pêvajoyekî siyasî bide despêkirin.