Xwepêşandanên Kurdan ên li Ewropayê yên li dijî qeyûman didomin

Xwepêşandanên protestoyî yên Kurdan ên li Ewropa li dijî desteserkirina şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve didomin.

Kurdên ku li bajarên Koln, bajarê Marsîlya yê Fransa, bajarê Basel ê Swîsreyê daketin qadan, desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê yên ji aliyê AKP’ê ve protestokirin.

KOLN

Xepêşanderên li Kolnê yên li dijî xespkirina şaredariyên Kurdan didome. Kurdistanî li Kolnê li Qada Haûptbahnhofê saet 18:00’an hati ba hev. Kurdistaniyên li Koln, Bonn Aachen, Dusseldorf, Duren û derdorî wê dijîn li gel endamên Alinterî, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Agîf, AvEG-Kon, YS, HDK, ADHK, Partîzan û Elman Ka tevlî çalakiyê bûn.  Di çalakiya li vir Hevberdevkê Fed Med Engîn Sever axivî û banga tevlîbûnê li meşa ku wê roja Şemiyê li Dusseldorfê bê kirin bibin, hate kirin.

MARSÎLYA

Nerazîbûnên Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransa ya li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê AKP’ê ve îro jî dom kir. Kurdistaniyên li pêşiya Nûnertiya NY a Marsîlyayê hatin ba hev, desteserkirina şaredariyên Kurdan a ji aliyê bloka AKP/MHP’ê ve protestokirin. Di çalakiyê de banga tevlîbûnê li mîtînga ku sibe wê saet 14:00’an li Vîeûx-Portê bê kirin bibin, hate kirin.

BASEL

Yek ji navendên din ên xespkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê lê hate protestokirin bajarê Basel ê Swîsre bû. Kurdistanî, Tirkiyey, Swîsreyî û derdorên sol-sosyalîst demokrat ên li stsyona trenê ya navendê kom bûn bi çalakiya kirin desteserkirina şaredariyan protesto kirin.

Parlementerê Partiya Sosyalîst (SP) ê Kantona Basel Mûstefa Aticî axivî û diyar kir ku ti aliyê hiqûqî yên qeyûman ji bo şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê hatine wezîfedarkirin nîne.