Xelîl: Tecrîd wê bi berxwedanê bişkê

Aldar Xelîl ê serdana çalakgerên li Strasboûgrê ji bo şikandina tecrîdê di grevê de ne kir got: “Eger em li ber xwen ne din ne Rêbertiya me û ne jî gelê me azad dibe.” Xelîl banga mezinkirina berxwedanê kir.

Hevserokê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl li gel endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê serdana çalakvanên li Strasboûrgê ev 61 roj in di greva bêdawî û bêdorveger de ne kirin.

Aldar Xelîl ê têkildarî grevên birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger axivî diyar kir ku li dijî komployê wê berxwedan bigihîne serkeftinê. Xelîl bal kişand ser berxwedana gel û got: “Em salvegera 20’ê ya Komploya Navneteweyî şermezar dikin. Ev 20 sal in Îmralî û Kurdistan li ber xwe dide. Ez di wê baweriyê de me ku wê têkoşîn bi encam bibe, gelê Kurd wê bigihêje Rêbertiya xwe.”

 ‘BERXWEDAN NEBE AZADÎ JÎ NABE’

Aldar Xelîl destnîşan kir ku çalakiyên grevên birçîbûnê wê Ocalan bigihîne azadiyê û berxwedan bi encam bibe û got: “Ev çalakiya bi rûmet li Rojava, Başûr û çar parçeyên Kurdistanê bûye mînak. Li pey vê berxwedana bi rûmet destekek mezin a gel heye. Eger em li ber xwe nedin em ne dikarin Rêbertiya xwe ne jî gelê xwe azad bikin.”

‘GELÊ ROJAVA JI BO RÊBERTIYA XWE LI QADAN E’

Xelîl bibîr xist ku gelê Rojava ji bo Ocalan li ber xwe dide û got: “Ev çalakî ruh da gelê Rojava û zindî kir. Gelê Rojava ji nêz ve çalakiyê dişopîne û ji bo Rêbertiya xwe her roj li qadan in.”

JINÊN SOSYALÎST DESTEK DAN ÇALAKIYÊ

Di axaftinên li ser navên Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropa ên serdana çalakvan kir de, diyar kir ku wê sibe tevlî çalakiya ku wê sibe li dijî tecrî û protestokirina Komploya Navneteweyî bê lidarxistin bibin. hate gotin ku wek jinên sosyalîst destekê didin Leyla Guven û hemû berxwedêrên grevên birçîbûnê.

Di roja 61’ê ya grevê de meşvaên meşa dirêj ên ji Lûxsembogûrg, Basel û Mannheîmê hatibûn serdana grevê kirin.