Woller: Ji bo min cihê serbilindiyê ye ku bi Kurdan re me

Serokê Parlamenta Eyaleta Viyanayê Ernst Woller beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Viyanayê bû û destnîşan kir ku ew serbilind e ji ber ku bi Kurdan re ye.

Newroz îsal li çar aliyên cîhanê bi coş hate pîrozkirin. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê tevî Kurdistaniyên ji her çar parçeyan her wiha gelek dostên Kurdan, Awûstûryayî jî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Newroza îsal li paytexta Awûstûrya Viyanayê di 26'ê Adarê de hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ku bi hezaran Kurdistanî tevlî bûn, Serokê Parlamenta Eyaleta Viyanayê Ernst Woller bi şala kesk, sor û zer silav da beşdaran. Ernst Woller axaftineke kurt jî kir û Newroz bi Kurdî pîroz kir. Woller diyar kir ku nêzî 30 sal in Kurdan nas dike û serbilind e ji ber ku vê coşa Kurdan parve dike.

Woller destnîşan kir ku çalakiyên bi vî rengî ji bo yekîtiyê gelekî girîng e û wiha dewam kir, "Serbilind im ji ber ku tevlî çalakiya Newrozê bûme. Cejna Newrozê li beşdaran hemûyan pîroz dikim. Ez her tim bi gelê Kurd re me. Li Viyanayê bi deh hezaran Kurd hene. Haya min ji rewşa Kurdan û Kurdistanê heye. Bi dehan milyon Kurd bêdewlet û bê nasname ne. Lewma li vê derê me. Çalakiyên bi vî rengî ji bo yekîtiyê girîng in. Ji parçeyên cuda yên Kurdistanê mirov tevlî vê çalakiyê dibin. Ev yek di heman demê de ji bo bajarê Viyanayê girîng e."

WEZÎFEYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ DOSTÊN KURDAN

Ernst Woller diyar kir ku zêdeyî 30 sal in Kurdan nas dike, ew dostekî Kurdan e û anî ziman ku beriya niha gelek caran çûye serdana Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û li vê derê gelek dostên xwe yên Kurd çêbûne. Woller destnîşan kir ku wezîfeyeke mezin dikeve ser milê dostên Kurdan û got, "Demeke dirêj e vê têkoşînê dişopînim. Di sala 2002'an de ji bo şopandina hilbijartinê çûm Amedê. Min gelek Kurd nas kir û bi wan re bûm dost.

Dostên Kurdan divê li vê derê (Ewropa) hîn bêhtir qala têkoşîna Kurdan bikin, ku mirovên li vê derê jî wan baş nas bikin. Yek ji wezîfeyên me yên herî girîng danasîna Kurdan e. Eger mirov Kurdan nas bike, tiştên bi serê wan ve hatiye zanibin wê hîn bêhtir piştgiriyê bidin Kurdan û bikevin nava hewldanan. Ez bi xwe çûm Kurdistanê, çûm Amedê. Li Newroza Amedê min 1.5 milyon mirov dît. Vê yekê gelekî bandor li min kir, ez pê gelekî kêfxweş bûm. Bi rastî jî pir hêja bû. Hurmeta min a li vê tevgerê, li vê civakê bêhtir bû."

KARÊN FEY-KOM'Ê GIRÎNG IN

Woller bal kişand ser girîngiya karên Konseya Kurd a li Awûstûryayê (FEY-KOM) ku di serî de Viyana li Awûstûryayê dixebite. Woller bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demeke dirêj e girtî ye û got, "Divê mirov timî li ser vê mijarê bisekine. Niha em li vir Newrozê pîroz dikin. Pîrozbahiyeke gelekî bi heybet, bi coş e. Divê em çalakiyên bi vî rengî yên bi heybet gelekî lidar bixin. Bi vî rengî em karin dengê xwe bilind bikin. Zanim ku li Viyanayê gelek çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de, di van pîrozbahiyan de min gelek mirovên Kurd û têkoşîna wan nas kir. Karên FEYK-KOM'ê yên li vir jî gelekî girîng in. Li vê derê çiqasî karekî baş bikin wê têkoşîna gelê Kurd jî gelekî xur bibe."

ERNST WOLLER KÎ YE?

Ernst Woller ku 2'ê Adara 1954'an li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji dayik bû, siyasetmedarekî Awûstûryayî ye (SPO) û serokê niha yê Parlamenta Eyaleta Viyanayê ye. Piştî ku li herêma 3'yemîn a Viyanayê deh salan endametî ji meclîsa şaredariyê re kir, di sala 1988'an de derbasî Meclîsa Şaredariya Viyanayê û Parlamenta Eyaletê bû. Di sala 1991'ê de bû endamê Konseya Federal. Woller ji sala 1993'an û vir ve Wekîlê Viyanayê, ji sala 2018'an û vir ve jî weke Serokê yekemîn, serokatiyê ji Parlamenta Eyaletê re dike.