Wezîrê Belçîkî Antonîadîs serdana malbata gerîlaya HPG’ê Muhammed kir

Gerîlaya HPG’ê Yara Muhammed 30’ê Cotmeha 2018’an şehîd bûbû, rayedarekî hikûmeta Belçîkayê serdana malbata Muhammedî ya ku li herêma Eupen a zimanê Elmanî ya Belçîkayê dijîn, kir.

Wezîrê Karên Malbat, Tenduristî û Civakê yê Belçîkayê Antonîos Antonîadîs serdana malbata gerîlaya HPG’ê Elefterya Ocalan (Yara Muhammedî) ku li Gareyê şehîd bûbû, kir.

Yara Muhammed 14’ê Hezîrana 2017’an beşdarî nava refên gerîla bûbû û 30’ê Cotmeha 218’an li Gareyê şehîd bûbû.

Nûnerên Kurd, nûnerên Heyva Sor û ji Partiya Sosyalîst Farûk Akalan jî di serdanê de amade bûn.

Ji bo gerîlaya HPG’ê roja Şemiyê li bajarê Lîege li komeleya Kurd taziye hatibû danîn. Ji Senatoya Belçîkayê Karl-Heînz Lambertz ku nûnertiya Civaka Elman di senatoyê de dike, Şaredariya Eupen, Partiya Keskan, Partiya Lîberal, Koma Diyalogê ya Herêma Elman ya Partiya Sosyalîst û gelek rêxistinên civakî û dêran ji bo taziyeyê peyam şandin.