Welatparêz Makbûle Ongan li Parîsê jiyana xwe ji dest da
Makbûle Ongan a ku ji hêla Kurdên Parîsê ve dihat hezkirin ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Makbûle Ongan a ku ji hêla Kurdên Parîsê ve dihat hezkirin ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Makbûle Ongan a ku di 10'ê Adara 1956'an de li gundê Akdemîr ê Bazarcikê yê Mereşê ji dayik bû, li hemberî nexweşiya penceşêrê têkoşîna jiyanê dida, di 16'ê Mijdara 2023’yan de jiyana xwe ji dest da.
Makbûle Ongan bi taybetî dema ku li gundê Cennetpinarê mamostetî dikir, bi "Şoreşgerên Kurdistanê" re têkilî danî.
Makbûle Ongan ku di darbeya 12'ê Îlona 1980'an de hat girtin, zêdeyî 3 salan li girtîgehên Tirkoglû, Antakya û Mêrsînê girtî ma.
Makbîle Ongan a ku piştî li Fransayê bi cih bû, beşdarî xebatên welatparêzî-şoreşgerî bû, wek hesabgir dixebitî û karên hesabgiriya karsazên Kurd dikir.
Di dema hevserokatiya Mala Gel a Bazarcik-Elbîstanê de, di berxwedana Kobanê de xebatên kampanyaya hevgirtinê ya berfireh organîze kir. Makbûle Ongan di nava Komîsyona Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Parîsê de cih digirt.
Makbûle Ongan a ku dema xebatên Navenda Çandê ya Bazarcik-Elbistan-Mereşê (PAZEM) dimeşand, bi taybetî di dema erdhejê de ji hewl da birînên gel bipêçe. Makbûle Ongan di serdema hilbijartinê de ji bo serkeftina HDP'ê xebitî û bi dilsoziya xwe ya bi gel û welatê xwe dihat naskirin.
Makbûle Ongan a ku bi nexweşiya pençeşêrê ketibû, piştî têkoşîna 3 mehan jiyana xwe ji dest da. Di 20'ê Mijdarê de bi merasîmeke girseyî li goristana Drancy hat definkirin.