Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ya bêdawî û bêdorveger di roja 6’an de dewam dike. Welatî ji bajarên Elamanya û Fransa yên cuda serdana grevê dikin. Welatiyên ku serdana grevê dikin, tevlî kampanyaya îmzeyan a ji bo CPT’ê û KE’yê hatibû destpêkirin dibin, metnên ku daxwazên xwe dîtin ziman îmze dikin.
Welatiyên ku serdana çalakiya grevê kirin ev tişt gotin:
Dûran Arkaş: Ez ji Elmanyayê hatime. Ji bo piştigirîkirinê hatime serdana welatiyan. Em li vir tînin ziman ku em li gel wan in û serkeftinê ji bo wan dixwazin.
Îmam Yeşîlkaya: Ez jî ji Elmanyayê hatime. Ji bo serdan û silavkirina çalakiyan wan hatime. Ji bo çalakî bigihêje serkeftinê em hatine vir. Serkeftinê ji bo hemû hevalan dixwazin.
Hecî Gul: Ji bajarê Mannheîmê hatime. Hevalên me ji bo ev nêzî 3 sal in agahî ji Rêbertiya me nagirin û li dijî zext û tecrîdê tevlî çalakiyê bûne. Çi ji destê me bê em amadene ku ji bo Rêbertiya xwe bikin. Serkeftinê ji bo hevalên xwe dixwazin.
Halîl Yucel: Ji navçeya Xelfetî ya Rihayê me. Li Fansayê dijîm. Me serdana hevalên xwe yên çalakiyê kir. Çi ji destê me bê em ê bikin. Divê vê yekê dewleta Tirk baş bizane.
Îbrahîm Yucel: Ez jî ji Fransayê hatime. Hevalên ku tevlî çalakiyê bûne silav dikin û serkeftinê jêre dixwazin.