Wekîlên Elman piştgirî dan HDP'ê

Parlamenterên Partiya Çep, FDP û Keskan ên li Meclîsa Federal a Elmanyayê, bi daxuyaniyeke hevpar êrişên li ser HDP'ê şermezar kirin û piştgirî dan HDP'ê. Wekîlan xwestin, zext li Tirkiyeyê bê kirin.

Ji Partiya Çep a Elman Gokay Akbûlût û Mîchel Brandt, ji Partiya Keskan Canan Bayram, Margît Stûmpp û ji Partiya Demokratên Azad (FDP) Bîjan Djîr-Saraî, têkildarî zextên desthilatariya AKP-MHP'ê yên li dijî HDP'ê daxuyaniyeke hevpar dan.

Parlamenterên Elman fikarên xwe yên li ser rewşa siyasetmedarên muxalîf ên li Tirkiyeyê parve kirin û diyar kirin ku îradeya dengdêrên HDP'ê hatiye desteserkirin. Parlamenteran bal kişandin ser fezlekeyên li dijî 25 wekîlan ku 20 ji wan HDP'î, 3 jê CHP'î, 1 jê DBP'î û yek jî ji Partiya Demokrat e.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi taybetî HDP di demeke zor û zehmet de ye. Nûnerên AKP a muxafazakar û MHP a neteweperest, ji bo girtina HDP'ê bang dikin. Sedemên vê jî siyasî ne. Em li bendê ne ku qanûnên heyî, bi taybetî di mijarên cidî de yên ku Konseya Ewropayê beriya niha hişyarî dane, bê bicihanîn. Biryara Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de. Mîna ku Dadgehê diyar kir ku Birêz Demîrtaş ji sala 2016'an ve bi rengekî neheq girtî ye.

Li Tirkiyeyê nezî 5000 endam û sempatîzanên HDP'ê salên dawî ji ber sedemên siyasî hatin girtin. Ji hilbijartinên xwecihî yên 2019'an û vir ve 48 şaredarên HDP'î ji wezîfeyê hatin dûrxistin û beşek ji wan hatin girtin. Bi vî rengî mafê hilbijartinê yê 4.356.819 kesî hatiye desteserkirin. Di serdema heyî ya qanûndanînê de wekîltiya 2 parlamenterên HDP'ê hate betalkirin. Em ji pêvajoya darizandinê û rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bi fikar in. Em piştgiriyê didin siyasetmedarên girtî."

'DIVÊ ELMANYA ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE'

Her pênc parlamenteran di dewama daxuyaniyê de bang li Elmanyayê û welatên bi dewleta Tirk re têkiliya xwe hene kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di nava astengiyeke mezin de ye, hema bêje qet nîne. Ji ber vê yekê jî siyasetmedarê girtî pêwistiya xwe bi piştevaniyeke xurt heye, divê hîn bêhtir medya cih bide wan. Partnerên navneteweyî mîna hikumeta Elman, ji bo demokrasiyê, serweriya hiqûqê û ahengiya bi maên mirovan re destnîşan bike divê têkiliyên xwe yên aboriyê yên bi Tirkiyeyê re bi kar bînin. Hikumeta Elmanya Federal ku yek ji endamên sereke yên Konseya Yekîtiya Ewropayê ye divê bandora xwe ya erênî li ser Tirkiyeyê bi kar bîne."