Wekîlê Norwêcî serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir
Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Norwêc Osloyê greva birçîbûnê dewam dike. Parlamenterekî Norwêcî serdana çalakgeran kir.
Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Norwêc Osloyê greva birçîbûnê dewam dike. Parlamenterekî Norwêcî serdana çalakgeran kir.
Kurdistaniyan li ber Parlamenta Norwêcê kon vedane û ketine grevê. Parlamenterê Partiya Sosyalîst Freddy Andre Øvstegård serdana çalakgeran kir.
Øvstegård li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku ew rewşa Kurdan ji nêz ve dişopînin û bi salan e têkoşîneke dijwar dimeşînin.
Øvstegård got, "Erdogan û hikumeta wî bi rêk û pêk mafên mirovan binpê dike, HDP'iyan digire, li bajarên Kurdan provokasyonan dike û êrîşê dibe ser destketiyên Kurdan ên li Sûriyeyê." Øvstegård diyar kir, Erdogan ji bo hîn bêhtir hêza xwe zêde bike, serî li rê û rêbazên ne demokratîk dide.
Øvstegård bi bîr xist, Tirkiye û Norwêc hevalbendên li nava NATO'yê ne, lewma Norwêc jî ji van kiryarên Tirkiyeyê berpirsyar e. Øvstegård diyar kir ku ew lib endê ne Wezîra Karên Derve ya Norwêcê Ine Marie Eriksen Søreide tavilê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bisekinîne.
Øvstegård got, wê li ser vê mijarê pêşnûme pirsekê pêşkêşî meclîsê bikin.
Çalakger wê di roja dawî ya çalakiyê de bi nûnerên partiyên siyasî yên cuda re rûnên.