Wekîlê Kanadayî Zîad Aboûltaîf ew ê çalakiya Yûsûf Îba bibe meclîsê

Di roja 49’an a çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Yûsûf Îba de wekîlê Kanadayî Zîad Aboûltaîf bi telefonê bi Îba re civiya, têkildarî rewşa tenduristî û çalakiyê agahî wergirt û got ew ê mijarê bibe parlamnetoyê.

Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di demek kurt de belavî hemû herêman bû, Kurdistanî Yûsûf Îba ê li bajarê Kanada Torontoyê dijî beriya 49 rojan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kir.

Tevî pirsgirêkên tenduristiyê Yûsûf Îba çalakiya xwe didomîne. Wekîlê Kanadayî Aboûltaîf ku li paytext Ottawayê ye bi rêya telefonê bi Îba re civiya. Aboûltaîf çalakiya Îba bi rêzdarî pêşwazî kir û diyar kir ku ji ber li Ottawayê ye ne nekariye were bi dîmen xwest Îba bibîne û got ew ê ji nêz ve mijarê bişopîne.

Aboûltaîf got, ew ê hefteya bê bi çend parlamneteran re were Torontoyê, serdana Îba bike û têkildarî mijarê li meclîsa Ottawa biaxive.