BI DÎMEN

Uta Schneiderbange û Ekîn Ceren Dogrûak li Mulheîmê hatin bibîranîn

Uta Schneiderbange û Ekîn Ceren Dogrûak di 19’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora Uta Schneiderbange a li bajarê Mulheîm Ruhrê hatin bibîranîn.

Di çalakiya bîranînê de ku ji aliyê hevalên wan ve hat organîzekirin de, bal kişandin ser têkoşîna Uta Schneiderbange û Ekîn Ceren Dogrûak.

Xebatkarên Navenda Hevdîtina Jinan a Utamara, Meclîsa Asya Yuksel a Dûîsbûrgê û hevalên şehîdan tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de li ser navê Utamara Jinda Denîz, li ser navê KOMAW’ê Şengî Ana û li ser navê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel Nûda Amed axivîn.

Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin ku ji bo berdewamkirina têkoşîn û zindîkirina bîranînên her du şehîdan li hev civiya ne.

Di bîranînê de bal kişandin ser jiyan, îdeal û tevkariyên wan ên ji bo têkoşîna azadiyê û ji bo bîranîna wan deqeyek rêz hat girtin û kulîk hatin danîn.

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.