Ugur çima çalakiyeke wiha kir?

Ugur hay ji her tiştî heye û hêza xwe ji nirxên gelê Kurd standiye. Her wiha çalakiya xweşewitandinê li dijî zextên psîkolojîk teqîneke wolqanîk e.

Biya min ji bo ku mirov bersivê bide vê pirsê divê mirov li hêla psîkolojîk û sosyolojîk ên bi hezaran Kurd binere ku di şexsê Ugur de li Elmanyayê têne krîmînalîzekirin. Dema ku mirov pir jirêzê nêzîkî wê şêwaza çalakiyê ya Ugur bibe wê demê mirov hem giraniya rewşê nebîne û hem jî hêla wê ya zanistî jî ji holê tê rakirin. Hêla zanistî dibêjim, ji ber ku divê mirov ji  vê hêlê ve li vê çalakiyê binere.

Nêzîkatiya dewletê û hin kesan a li çalakiya Ugur weke berdewama krîmînalîzekirina bi salan a Kurdan e.  Krîmînalîze dibêjim ji ber ku di bûyerê de ev sedem bi girîngiyeke taybet e. Bi esasî ya ku min têkildar dike ew e bê ka çima Ugur biryareke wiha daye. Nexasim ji qada xwe travmayên psîkolojîk ya li ser Kurdan bi rê ketim û min sûdewar dît ku biyografîya zanistî ya van kesan li ser têkiliyên sedem-encamê were şîrovekirin.

BI SALAN JIYANA WÎ KRÎMÎNALÎZE KIRIN

Roja pêşî ya bûyerê ev dekbaziya polîsên Kreflê jî nîşan dide bê ka çendî jirêzê û bi qebetî nêzî bûyerê dibin. Pir girîng e ku polîsan çalakî kirine mijareke şexsî û bandora wê heta bi xebatkarên nexwşxanê dane hîskirin. Divê mirov li ser bifikire ku çima ev çend jirêzê dikin û dixwazin xwe ji nav derxînin. Ji malbat û derdorê hîn bûm ku bi salan e polîsan jiyana Ugur krîmînalîze kirine. Her wiha bandorên krîmînalîzeker ku ji tundiya zêde psîkolojiya wî rûxandine û hewldana krîmînalîzekirina çalakiyê jî mirov dide fikirandin. Ango li şûna ku mirov fêhm bikin, nêzîkaityên ku hewl didin nirxên pê ve girêdayî bincil bikin bi serê xwe problem e.

Dema ku bedena Ugur li ber çavê wan dişewitî jî, hewldana ku nexwazin qêrînên wî fêhm bikin, nîşan dide ku ew çendî travmayên psîkolojîk dijîn. Ne beleheq bû ku polîsan bi sedemên psîkolojîk nêzî çalakiya Ugur bûne û her wiha ev empozeyî xebatkarên nexweşxanê jî kirine. Yek ji wan kesê ku pêşî çûyî nexweşxanê ez bûm. Min bandora xebatkarên wir bi normalî nedît. Hîç nayê fêhmkirin ku mirov hewl bide ku mirov mijara esasî fêhm bike.

Ji bo ku mirov, kesekî bi berfirehî vebêje, ji bo ku mirov nav an jî rengdêrekî bide pozîsyona Wî ya niha, hewceyî bi lêkolîneke heye ku jê re 'biyografiya zanistî' tê gotin. Ev rêbaza 'biyografiya zanistî' jî tenê ji gelek rêyan dema ku mirov bi rê bikeve mirov dikare bigihije encameke wiha. Wê demê jî li ser şexs, ji hêla zanistî ve gelek nîqaş têne holê. Ji yên din re jî pêşdaraz tê gotin û ti têkiliya vê bi zanistiyê re tine.

HÊZA XWE JI PKK'Ê Û GELÊ KURD DISTÎNE

Ango di şexsê Ugur de ev pûç dibin. Ên ku travmayên psîkolojîk dijîn mînak li rasta nexweşiyên mîna şîzofrenî, manî û gelek nexweşiyên din dibin û piranî jî ji hêla negatîf ve meyla wan li ser jiyanê heye. Ev xirabiyên psîkoljîk xirabiyên din û pêgirîbûnên din bi xwe re tînin. Nexasim alkol, eronîk, îzolasyona civakî û gelek pêgir3ibûn sedemên sereke yên xirabûnên psîkolojîk in. Xwe ji civakê cuda dîtin û xwe girtin, cezakirin bandorên vê psîkolojiyê ne.

Dema ku mirov were ser Ugur, dibe ku demekê polîsan êrîş biribe ser, êşkence lê kiribe û travma jiyabe. Dibe ku vê bandoreke pir giran lê kiribe. Lê ew li şûna ku berê xwe bide van pêgirîbûnên ku li jorê min behs kirî, Hatîbûseke dî ji xwe re ava dike û  berê xwe dide nirxên civaka xwe, têkoşîna polîtîk. Ya dî, Ugur hay ji her tiştî heye û ji ber ê jî, Rezîlînsîna xwe (behremendiya berxwedêriyê, hêza xwe) di nirxên Kurdan de dîtiye.

Ev mijareke pir girîng e. Ango hêza ku di terapiyan de didin mirovan da ku bijîn, wî xwe daye civaka  Kurd û dîtiye. Ew î li gel hemû tiştên bûyî, behremaniya berxwedêriyê û hêza xwe ji PKK'ê û ji ji Rêberê gelê Kurd standiye û ev tercîh kiriye. Ango nêzî nirxên Kurdan bûye û bersiv dîtiye. Her wiha çalakiya wî ya xweşewitandinê, li dijî zextên psîkolojîk, krîmînalîzekirinê û îzolasyonê teqîneke wolqanîk e. Pir girîng û sûdewar e ku ev teqîn ji hêla zanistî ve were şîrovekirin, bi berfirehî were rojane kirin û fêhm kirin.