Tevna Lêgerîna Alternatîf ji bo konferans û atolyeyê bang kir

Li Hambûrgê wê bi sernavê "Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst IV: Em cîhana xwe dixwazin!, Li ber xwe bide, Bistîne û Jinûve Ava bike, Perwerdeya Xweser bike û Birêxistin bibe" bê lidarxistin. Wê fikrên Ocalan li konferanê bêne nîqaşkirin.

Tevgera Lêgerîna Alternatîf wê di 7-9'ê Nîsana 2023'an de li Hambûrgê konferansa çaremîn lidar bixe. Têkildarî konferansê daxuyaniyek weşand.

Tevna Lêgerîna Alternatîf got, "Demeke dirêj pêwîstî pê hebû ku karên tevgera azadiyê ya Kurd, têkiliya wê bi tevgerên din û bûyerên felsefîk û îdeolojîk ên li cîhanê bê nîqaşkirin. Bi giştî tevgera azadiyê ya Kurd û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bilî Kurdan li derve zêde nedihate nîqaşkirin. Ji bo di navbera Kurdan, tevger û fikrên alternatîf de pirekê ava bikin, me Tevna Lêgerîna Alternatîf ava kirin. Ji bo nirxandina mijarên felsefîk û îdeolojîk ên vê serdemê me dest bi lidarxistina konferansan kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi konferansa çaremîn re dixwazin dawî li talankirina xwezayê bê anîn; bangê bikin ku qirkirina ekolojîk, qirkirina jinê, qirkirina civakê, qirkirin û mejiyê qirkirinê bi dawî bibe û hate gotin, "Em dixwazin di vê konferansê de rê û rêbazên vê yekê nîqaş bikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her tişt bêhêvî nîne û hate gotin, "Li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê jin û gel li ber xwe didin, jiyana azad hem nîqaş dikin hem jî bi rengekî çalak ava dilkin. Em ji tecrûbeyên xwe dikarin vê bibînin; eger em karibin sekneke kolektîf diyar bikin, kaosa heyî dikare bibe sedem ku em şaristaniya demokratîk ji nû ve ava bikin, lê belê divê em niha hin tiştan bikin. Pêwîstiya me pê nîne ku li cihekî din, li cîhaneke cuda bigerin; em cîhana xwe dixwazin!"

Di daxuyaniyê de têkildarî bernameya konferansê ev agahî hatin dayin:

"Em dixwazin firsendê bidin eleqedaran ku bi fikra xwe tevkariyê li konferansê bikin, tevkariyê li rojevên konferansê bikin.

Dema karkirina atolyeyê: Herî zêde 3 saet
Dem: 8'ê Nîsana 2023 (Şemî, roja destpêkê ya konferansê)
Rêbaz: Ji bo karên atolyeyê pêşniyar dikarin ji navnîşana [email protected] re bê şandin.
Dema bidawîbûna pêşniyaran: Heta 31'ê Çileya 2023'an hatiye dirêjkirin.
Hilbijartin: 20'ê Sibata 2023, kesên ku pêşniyar kirine wê bêne agahdarkirin.
Ziman: Nehatiye diyarkirin, li gorî derfetan wê gelek ziman bêne bikaranîn.
Atolye wê bi bernameyeke ji 3 rojan pêk were."

RÛNIŞTINÊN KONFERANSÊ

Di daxuyaniyê de li ser rûniştinên konferansê jî ev agahî hatin dayin:

"Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst IV:
Em cîhana xwe dixwazin - Perwerdeya Xweser bike, Xwe Birêxistin Bike

Roja destpêkê: Modernîteya Kapîtalîst -Rejîma qirkirinê ya piralî

Rûniştina destpêkê: Ekoqirkirin
Banga pêşkêşiyê. Bookchin û jê pê ve.

Rûniştina duyemîn: Qirkirina civakê, jenosîd, qirkirina jinê û qirkirina mejî
Banga pêşkêşiyê: Kapîtalîzm ji Sumeran û vir ve.

Roja Duyemîn: Li ber xwe bide, bistîne û jinûve ava bike

Rûniştina sêyemîn - Berxwedan û guhertin li hunerê destpê dike.
Banga pêşkêşiyê: Çand û huner di kifşkirina derewên modernîteya kapîtalîst û medyayê de bûye yek ji amûrên herî bi bandor ên xweparastinê.

Rûniştina IV: Perwerdeya Xweser û Di Zanistiyên Civakî de Pêwîstiya bi Şoreşa Bingehîn
Banga pêşkêşiyê: Abdullah Ocalan dibêje "Her tevgera şoreşger ji bingehê ve tevgereke perwerdeyê ye."
Atolye: Avakirina azadiyê bi şêweyekî jiyanê.
Êvarê: Konser

Roja Sêyemîn: Em cîhana xwe dixwazin û vaye şêweyê wê!
Rûniştina V - Berxwedan, standin û ji bo jinûve avakirinê xwe bi rêxistin bike!
Rûniştina VI - Ji jêrê ber bi jorê ve konfederalîzma demokratîk."

Agahiyên li ser rêya têkilîdanîna bi Tevna Lêgerîna Alternatîf:

"Twitter: @networkaq
Malpera înternetê: www.networkaq.net
Navnîşana Youtube: youtube.com/@networkaq."