TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn ji bo Abdullah Ocalan hatin cem hev

Li bajarê Koln ê Elmanyayê TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zêrîn Ewropa bi armanca piştgirîdayîna pêngava ‘Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' çalakiyeke hunerî li dar xistin.

Hunermendên endamên TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn li bajarê Koln ê Elmanyayê hatin cem hev û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin. Gelek hunermend, dengbêj, sînemager, mamosteyên govendê yên gelêrî, Hozan Şemdîn, Amele, Mistefa Lala, Beser Şahîn, Diyar, Bermal Çem, Comerd, Dilovan, Hekîm Sefkan, Sînan Hezer, Zahîr Loran, Şeyda, lîstikvanê şanoyê û wênesaz Memedê Hezexî beşdarî çalakiya ku li Dom Katedralî ya Kolnê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir û piştre daxuyaniya hevpar a TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tecrîda li ser Rêber Apo di esasê xwe de tecrîda li ser azadiya fikrên siyasî û pêvajoya aştiyê ye. Tecrîd ne hiqûqî ye û îşkence ye. Ji bo şikandina vê tecrîdê em dest bi ‘Kampanyaya ji bo azadiya Ocalan a Çand û Hunerê’ dikin."

Endamên TEV-ÇAND'ê û Kevana Zêrîn ên ji bajarên cuda yên Elmanya, Belçîka û Fransayê beşdarî çalakiyê bûn, diyar kirin ku ew jî li qadên ku lê dimînin beşdarî çalakiyên li dijî tecrîdê bûne.

Peyman Arjîn pêşkêşvaniya çalakiyê kir û wiha got: "Em hemû li bajarên cuda dimînin. Weke endamên TEV-ÇAND'ê û Kevana Zêrîn em bi gelê xwe re li herêmên ku lê ne, ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe didin. Nayê qebûlkirin ku Rêber Apo 24 sal in di girtîgehê de ye."

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut jî beşdarî çalakiya hunermendan bû. Zumrut di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Peywîra bingehîn a gelê Kurd rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û bidestxistina azadiyiyê ye. Ev kampanyaya ku hat destpêkirin bandorek mezin kir. Em spasiya xwe pêşkêşî her kesên ku piştgirî dane me dikin."

Di çalakiyê de hunermend Diyar li defê, helbestvan Hekîm Sefkan li tembûrê xist, Hozan Şemdîn strana stirî û endamên TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn jî bi pêşengiya mamosteyê govenda gelêrî Mustafa Lala govend gerandin.

Di çalakiyê de tabloyên Amele, Rêbwar Perwîzî, Sînan Hezer, Hamît Aydin, Ayten Kaplan, Gulan Kiliçoglu, Ercan Altuntaş û Murat Îpek hatin pêşandan.

Di çalakiyê de ciwanên di nava tîmên govendê de cih girtin bal kişand ser xwe. Ciwanan afîşeke mezin a ji 8 parçeyan pêk dihat vekirin û li ser bi Elmanî “Ji Abdullah Ocalan re azadî” nivîsîbû, vekirin.

Çalakî piştî ku hunermendan bi hev re sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin bi dawî bû.