Tecrîda Îmraliyê li Stuttgartê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hat protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hat protestokirin.
Çalakvanên ku li navenda bajêr Bad Cannstatt Wilhemsplatzê li hev civiyan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG, YPJ û TJK-E’yê hatin hilgirtin.
Çalakvanan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Gerîla” û “Bimre Xiyanet” berz kirin.
Çalakvanan bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kirin ku demildest derbarê rewşa Îmraliyê de daxuyaniyekî bidin û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bide.
Ciwanên ku li çalakiyê daxuyanî dan, destnîşankirin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn wê çalakiyên xwe bidomînin.