Tecrîd û komplo li Hambûrgê hate protestokirin
Li bajarê Elmanya Hambûrgê bi armaca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava meşek hate lidarxisitn.
Li bajarê Elmanya Hambûrgê bi armaca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava meşek hate lidarxisitn.
Li Hambûrgê bi hezaran kesî ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava jî hate protesto kriin.
Meş ji aliyê NAV-DEM û bloka antî faşîst ve hate organîzekirin. Girseya gel li Sternschanze BF’ li hev civiyan beriya meşê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz girtin.
Parlamenterê Parlamentoya Federall Zaklîn Nastîc axivî û got; “Êrîşên dewleta Tirk ên lid ijî Rojava nayê qebûl kirin. Em ê her tim li gel têkoşîna mafdar a gelê Kurd bin.”
Piştî axaftinê girseya gel bi alên YPG/YPJ’ê meşiyan.
Girseya gel pankarta “Piştevaniya bi şoreşa Rojava re”, “Şoreşa Rojava şoreşa hemû mirovahiyê ye” û “Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe” hildan û bê navber dirûşmeyên “Dîktator Erdogan”, “Bijî piştevaniya şoreşger” û “Bijî şoreşa Rojava” berz kirin.
Welatiyên Elman jî beşdarî meşê bûn û ciwanên Kurd di meşê de gelek belavok belav kirin. Meş li pêşiya Parlamentoya Hambûrgê bi dawî bû.