Tecrîd û êrîşên dagirkeriyê li Lorîentê hate protestokirin
Li bajarê Fransa Lorîentê tecrîd, êrîşên dagirkeriyê û komploya navnetewî bi çalakiyekê hate protesto kirin.
Li bajarê Fransa Lorîentê tecrîd, êrîşên dagirkeriyê û komploya navnetewî bi çalakiyekê hate protesto kirin.
Li bajarê Fransa Lorîentê bi armanca protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Rojava meşek hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan saet 15:00’an li pêşiya l’Eglise de Kerentrech li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Di meşê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava yên dewleta Tirk hate şermezar kirin û berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî hate silav kirin.
Di çalakiyê de ji bo “Êlek Zerên” ku li Fransayê bi mehan e çalakiyan lidardixin belavok hatin belavkirin û banga bihestiyarbûnê hate kirin.
Di meşê de hate gotin ku divê hikûmeta Fransa li dijî politîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk tedbîrên pratîk bigre û bêhestiyariya çapemeniya Fransa a li dilî grevên birçîbûnê jî hate rexne kirin.
Li navenda bajêr jî mîtîngek hate lidarxistin.
Di axaftinan de bang li welatên alîgir ên li Yekîtya Ewropa hate kirin ku hebûna PKK’ê ya di lîsteya “Terorê” de li dijî xwezaya mirovahiyê ye û hate gotin ku yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şerê mirovahiyê dikin na be di lîsteya “Terorê” de bin.
Rêxistinên Fransî jî diyar kirin ku heta tecrîd û êrîşên dagirkeriyê bi dawî nebin wê piştgiriya gelê Kurd bikin.