‘Tecrîd’ li Parîsê hate protestokirin: Em hemû Leyla ne!

Kurdistaniyan li Parîsê tecrîda Îmralî protesto kirin, Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku divê her roj li kolanan bin

Kurdisaniyên li banliyos Mantes la Jolîe ya Fransayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê li hev civiyan.

Çalakî bi pêşengiya TJK'yê, bi beşdarbûna sedan Kurdistaniyan li pêşiya gara trenê dest pê kir û li pêşiya dêra dîrokî bi axaftinan bi dawî bû. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Em hemû Leyla ne’ hatin gotin. 

Girseya gel wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê hildan û li dijî bêdengiya welatên Ewrropî, li dijî polîtîkayên faşîst ên Tirk helwesta xwe diyar kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku li dijî tecrîdê divê her roj li kolanan bin û Kurdê xwedî wijdan divê têkoşînê geştir bikin