Tecrîd li Marsîlyayê bi mîtîngekê hate protestokirin

Ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd, ewlehî û tenduristiya wî dîsa piştgirîkirina berxwedêrên di grevan de ne li Marsîlyayê çalakiyek hate kirin.

Kurdistaniyên li Qada Jolîetteyê saet 14:00’an hatin ba hev mîtîngek lidar xistin.Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir û şûnde belavoka bi zimanê Fransî hatibû amadekirin hate xwendin.

Di mîtîngê de pankarta bi nivîsa ‘Deng bidin dengê grevên birçîbûnê’ yên wêneyên berxwedêrên grevan li ser in û alên PKK’ê hatin bilindkirin.

Siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan li vir axivî û got: “Yên li ber xwe didin bi ser dikevin, em ê li her qadê berxwedanê bilind bikin. Ti hêz nikare berxwedana gelê Kurd bişkîne.”