Tecrîd li Fransa, Swîsre û Elmanyayê hate şermezarkirin

Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarên Basel û Zurîch ên Swîsreyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Bi pêşengiya Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li taxa Strasboûrg-Saînt-Denîs a Parîsê meşek hate lidarxistin.

Çalakgeran bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Çalakgeran axaftinên Abdullah Ocalan bi rêya sînevîzyonê li dîwar nîşan dan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn. Ji bo mîtînga 12'ê Kanûnê ya li qada Repûblîqûeyê jî banga tevlîbûnê hate kirin.

ZURÎCH Û BASEL

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya kampanya "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" li bajarên Basel û Zurîchê yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin.

Li ser pira Mîttlerebrucke ya Baselê bi rêya lazerê gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîşandan.

Bi heman armancê li kolanên qelebalix ên Zurîchê jî bi lazerê pêşandanek hate kirin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê jî li dijî tecrîdê mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de ji bo PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin qîrîn.