Tecrîd li Baselê hate protestokirin

Bi armanca protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina li ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li bajarê Swîsre Baselê çalakiyek hate lidarxistin.

Bi banga Platfroma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê ya Baselê li pêşiya îstasyona trenê ya navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin.

Çalakgeran pankarta “Leyla .guven li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye' hildan û bênavber dirûşmeyên li dijî Erdogan û AKP’ê berz kirin. Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Elmanî hate xwendin û banga bihestiyarbûnê hate kirin, bêdengî û politîkayên durûtiyê yên dewletên Ewropa jî hate protesto kirin.

Di mîtîngê de ji bo meşa 23’ê Sibatê li bajarê Zurihê saet 14:00’an ku li Helvetîapltzê were lidarxisitn, banga tevlîbûnê hate kirin û çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.