TCŞ û TekoJIN: Dema parastina azadiyê ye
Endamên TCŞ û TekoJin’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava li Hamburgê meşiyan û banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Endamên TCŞ û TekoJin’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava li Hamburgê meşiyan û banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger (TekoJIN) li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava li Hamburgê meşek li dar xistin. Di meşê de alên Rojava û pankartên “Ji Rojava û Sûriyeyê re azadî” û “Ji şer re na” hildan.
Ciwanan piştî meşê daxuyanî da û gotin: “Em ê weke Tevgera Ciwanên Şoreşger bi îdeolojiya Rêber Apo û bi têkoşîna Şehîd Asya û Şehîd Rojger berxwedanê mezin bikin û faşîzmê têk bibin. Me Şoreşa Rojava bi cesareta ciwanan û pêşengiya jinan bi ser xist. Me çeteyên mîna DAÎŞ’ê têk bir û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî me dîrok nivîsand. Em ê niha jî serkeftina herî mezin bi dest bixin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku vîna gelê Kurd û Şoreşa Rojava tê hedef girtin û wiha hate gotin: “Dîrokê nîşan da ku bi berxwedana gelan faşîzm têk çû. Îro jî dora me ye, em ê vê erkê bigrin li ser milê xwe.”
Di daxuyaniyê de banga geşkirina çalakiyan jî hate kirin û ev tişt hate gotin: “Em derkevin kolanan û li dijî faşîzmê têkoşînê bilind bikin. Hevkariya dewletên li hemberî van êrîşan bêdengin ji raya cîhanê re eşkere bikin. Berpirsiyariya parastina vê xakê ku bi berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin, li ser milê me hemûyan e. Niha dema derketina kolanan, mezinkirina berxwedanê û parastina azadiyê ye.”
Meşa li ber Hamburg Bahnhofê dest pê kir, heta Rathausê berdewam kir. Di meşê de ciwanan timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Kurdistan” berz kirin.
Komeke ciwanan rê li ber trafîqê girt û li dijî êrîşan bertekên xwe anîn ziman. Meş bi dirûşmeyên ciwanan bi dawî bû.