Li Stûttgar û Berlînê ji bo ‘azadiya Ocalan’ çalakî hate kirin-NÛ BÛ

Li bajarê Sttûtgar a Elmanya û paytext Berlînê di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê standek danî.

STÛTTGART

Aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN li bajarê Sûttgart a Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ saet 16:00’an li Schlossplatz standek danî.

Çalakiya ku têde belavok belav kirin, bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bidawîkirina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

BERLÎN

Aktivîstên Komeleya Kurdistaniyên Azad a Berlîn û Meclîsa Jinan a Dest-Dan li paytexta Elmanya Berlînê  tecrîd bi çalakiyekê hate protestokirin.

Di çalakiyê de ji pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Demokratîk, Ekolojî, Azadia Zayend a Civakî vê hefteyê weke semîner hate dayîn.

Di semînera hefteya yekem de li ser azadiya jin û zanista jin a ‘Jineolojî’ ya Rêberê Gelê Kurd nirxandin hate kirin. Her wiha di çalakiyê de bruşorên ku têkildarî beşên Manîfestoya Şareistaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.