Taylan Kahraman hate bîranîn

Taylan Kahraman ê ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, li cihê çalakî li dar xist, hate bîranîn.

Ji bo Taylan Kahraman ê ku roja 21'ê Kanûna 1998'an li herêma Gerresheîm a li nezî bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir, li cihê çalakî li dar xist hate bîranîn. Li cihê ku Taylan Kahraman çalakî li dar xist bi wêne û kulîlkan hate xemilandin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de li ser navê Malbatên Winda û Şehîd (KOMAW) Cahîde Goyî axivî. Goyî bal kişand li ser wextê dema kompoya navneteweyî û got: “Di wê demê de gelek çalakiyên fedayî hatin lidarxistin û çalakiya şehîd Taylan jî yek ji wan çalakiyan e.“

Di bîranînê de dayika Taylan Kahraman, Şenge Kahraman û bav Hozan Comerd axivîn.

‘EM Ê ŞOPDARÊ RÊYA WAN BIN‘

Dayik Şenge Kahraman anî ziman ku di 23’yemîn salvegera şehîd Taylan de soza ku em bidin wan, em ê şopdarên rêya wan bin. Her wiha dayik Şenge Kahraman nameya ku li ser kurê xwe nivîsandiye jî xwend.

‘EW DI RÊYA ROJÊ DE ÇÛ‘

Bav Hozan Comerd jî diyar kir ku di şexsê heval Taylan de em bi deh hezaran şehîdên xwe bibîr tînin û got: “Ez bejna xwe li ber nirxê Tevgera Azadî di tewînim. Îro roj vekirî û zelal e. Weke rêheval Sema anîbû ziman; ‘Roja me Rêber Apo ye‘ ew jî di rêya rojê de gihişt miradên xwe. Nirxê hatiye afirandin, nirxê gerdonî ye. Rêber Apo dibêje, ‘Hûn bi şehîdekê re bijîn, li pêş we nakokiyek tune be‘ Ji ber vê yekê di rêya nirxê gerdûnî de, di riya nirxên gelê Kurd û şehîdên me afirandî de wê timî ronî be û em ê şopdarê wê rêyê bin.“

Piştî axaftinan şirînahî hate belavkirin û bîranîn bi dawî bû.