Surgut: Divê sibê her kes biherike Strasboûrgê

Çalakgerê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Surgut ji bo meşa sibê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê li her kesê kir.

Çalakgerê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bêdawî-bêdorveger û piştgirîdayîna çalakiya Leyla Guven ku 100 roj in di grevê de ye, Deniz Surgut ji bo meşa sibê ya protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê banga tevlîbûnê li her kesê kir.

Surgut wiha domand; “Kurdistanî û dost ên ku bi armanca protesto kirina komployê ji 3 baskan ve meşiyan Strasboûrgê serdana me kirin. Sibê em ê jî beşdarî meşa protesto kirina komployê bibin. Em bang li her kesê dikin ku dakevin qadan û leyîstokên dijmin têk bibin.”