Stêrk Gulo: Şehîd Seyî5 zarokê şoreşê bû

Rojnamevan Stêrk Gulo diyar kir ku şehîd Seyît Evran ji bo pêşxistina xebatên Ragihandina Azad ji nifşên nû re derfetek mezin ava kir got: “Bi rihê welatparêzî û yekîtiyê xwe xemilandibû û bibû Kurdistanî."

Rojnamevan û nivîskar Seyît Evran yek ji pêşengên avakirina Çapemeniya Azad, di sala 1969'an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bû, zêdeyî 30 salan di xebatên Çapemeniya Azad de bi awayekî çalak cih girt. Evran di 22’yê Îlona 2023’yan ji ber nexweşiya dil li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû.

Derbarê salvegera şahadeta rojnamevan û şoreşger Seyît Evran de, rojnamevan û hevala wî ya têkoşînê Stêrk Gulo ji ANF’ê re axivî.

Rojnamevan Stêrk Gulo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna şehîd Seyît Evran û wiha got: "Demeke dirêj bû ku me heval Seyît Evran nas dikir. Malbata wî di serhildanên Kurdistanê de, berxwedaniyek mezin meşandiye. Wî bi rihê welatparêzî yekîtiyê xwe xemilandibû û bibû Kurdistanî. Hem wek şoreşgerekî, hem jî wekî rojnamevanekî çapameniya azad xwe gihandibû lûtkeyeke mezin. Di derheqê serhildanên Kurdistanê de xwedî agahiyek mezin bû. Heval Seyîd hewl dida ku rastiya Kurdistanê derxîne rûyê erdê û bibe dengê rastiyê." 

ŞEHÎD SEYÎT BÎR Û MEJIYÊ CIVAKÊ BÛ

Stêrk Gulo anî ziman ku Seyît Evran kesayetek pir herikbar û bi tevger bû û wiha domand: “Jiyan ti cara li gel heval Seyîd nedisekinî û pir jêhatî bû. Ew bîra civakê bû. Di Çapemeniya Azad de xwedî bîr û bawerî bû. Dijmin hewl dide ku bîr û mejiyê gelê Kurd vala bike û qir bike. Hevalê Seyît li hemberî wê berxwedaniyeke mezin karê rojnamevaniyê dida meşandin. Her tim dixwest ku dîrokê nas bike û bide naskirin jî. Ji ber wê diçû kîjan herêmê bi erdnigariya wir û gelê wir re dijiya. Bi berfirehî lêkolîn dikir û dinivîsand. Heval Seyît fedekar bû û ji hevalên xwe hez dikir, xwe nêzî dilê mirovan dikir. Hevaltiya wî pir paqij û xwezayî bû. Heval Seyît zarokê şoreşê bû û bi xwe wek kesayet şoreş bû.”

SEYÎD EVRAN MAMOSTEYÊ JIYANÊ BÛ

Di dewama axaftina xwe de Stêrk Gulo ev tişt anî ziman: "Hevalê Seyît Evran pişta xwe spartibû çiyayên azad. Li her girê ku şopa gerîlayên azadiyê tê de berxwedanî pêşxistibe, pênûsa xwe têhiştîbû. Hevalê Seyît ne tenê rojnamevan û şoreşger mamosteyê jiyanê bû. Heval Seyît rastî di rûyê gerîla de dît. Heval Seyît pir hewl da ku Çapemeniya Azad pêş bikeve. Di damizerandina rojnameya Ozgur Ulkeyê de cih girt. Pîşeya heval Seyît endazyarî bû, lê xwestek û pêşketina wî hemû kar û xebatê jiyanê de xwe dida pêş. Heval Seyît kesayetek ku her tim xwe zindî dikir. Tevgera hevalê Seyît ya fizîkî derbas dikir. Enerjiya wî ya rih û fikrê wî bû. Her tim hest û fikrên azad dijiya. Li her 4 parçeyên Kurdistanê xebat meşand. Başûrê Kurdistanê herêm bi herêm malbat bi malbat nas dikir. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê bû pêşengekek şoreşê. Hevalê Seyît ji gel hez dikir, li wan guhdar dikir û nîqaş dikir. Heval Seyît stûnek ji çapemeniya azad bû. Hezaran şagirtên heval Seyît bi kesayeta xwe û bi kar û xebatê xwe da avakirin."

JI 7 SALÎ HETA 70 SALÎ HER KESÎ HEVAL SEYÎD NAS DIKIR

Rojnamevan Stêrk Gulo biranînek xwe û şehîd Seyît Evran dema bûyerek dişopandin wiha vegot: “Me bi hev re wek rojnamevan Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo dişopand. Baran dibarî û kameraya heval şil dibû. Kamera ji ber baranê diparast û digot;  ‘pêwiste ev kêliyên niha ev şervan û milîtanên Rêber Apo dijîn, em bi hemû detayên wê bi cîhanê bidin guhdarkirin’. Hewl dida hovitî û terora DAIŞ’ê zindî derxîne pêşiya hemû cîhanê. Pir qetliamên çeteyên kujer ên DAIŞ’ê bi wênekeş û kamerayê kişand û bi temaşevanan da pêşandan. Hevalekî wêrek bû û her tim dengê rastî û heqîqetê bû. Hevalê Seyît hemû erdngariya Rojavayê Kurdistanê geriya û nas kir. Her gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê geriya û gel re nîqaş dikir. Zarokê 7 salî û heya kalê 70’ê salî heval Seyît nas dikirin û jê hez dikirin. Heval Seyît her tim li hemberî neheqiyê têdikoşiya."

HEVAL SEYÎT STÛNEK JI ÇAPEMENIYA AZAD BÛ

Stêrk Gulo axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heval Seyît stûnek ji çapemeniya azad bû. Bi hezaran şagirtên heval Seyît ava bûn. Heval Seyît gelek nifşên nû ava kir. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê di beşa rojnamevaniyê de hevalê Seyît wek xetekê dibînin. Çêkirina nûçeyekê heya kişandina wêneyekê bi şêwaza heval Seyît Evran dikşînin. Endamên Ragihandina Azad, ji Dêrikê heya Efrînê li ser şopa Seyît Evran, Gulistan Tara, Rizgar Adamiş û hwd. dimeşin. Heval Seyît her tim digot; ‘Ez şagirtê Gurbetellî Ersoz im.’ Kêlî bi kêlî rihê şehîdan re dijiya û ji bo pêşxistina şoreşê her tim di nava liv û tevgerê de bû. Em ti cara nahêlin ku pênûs û kamereya heval Seyît û hevalên ji bo pêşxistina Ragihandina Azad şehîd bûne li erdê bimîne. Em hêz digirin ku em bi hevalên wek hevalê Seyît Evran re jiyane. Bi mebesta salvegera şehadeta sala yekemîn de em wek hevrêyên wî yê Ragihandina Azad û têkoşînê, bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin."