Siyasetmedarên Elman serdana greva li Kasselê kirin
Siyasetmedarên Elman serdana du berxwedêrên ev 28 roj in li bajarê Kassel ê Elmanyayê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva bêdawî û bêdorveger de ye kirin.
Siyasetmedarên Elman serdana du berxwedêrên ev 28 roj in li bajarê Kassel ê Elmanyayê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva bêdawî û bêdorveger de ye kirin.
Berxwedêrên bi navên Omer Bagdûr û Cemal Kobanê ên li bajarê Kasselê ev 28 roj in di grevê de ne. Parlemeterê Eyaleta Hessen a Partiya Çep Torsten Felstehaûsen û Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Kasselê Gûz Getzschmann û Ji Wexfa Lûxsemboûrgê jî Mûart Çakir serdana berxwedêrên grevê kirin.
Siyasetmedaran bêdengiya hikûmeta Elman û çapemeniyê wê şermezar kir û diyar kir ku ji bo raya giştî berxwedêrên grevê agahdar bikin wê demekê kin, çalakiyekê bikin.
Hate ragihandin ku roja Sêşemê wê li navenda Kasselê koneke ya agahdarkirinê bê vedan.