Seyît Riza û hevalên xwe li Baselê hatin bibîranîn

Seyît Riza û hevalên wî yên di 15'ê Mijdara 1937'an de li Xarpêtê hatin darvekirin, li Baselê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Seyît Riza û hevalên xwe yên di 15’ê Mijdara 1937’an de li Xarpêtê hatin darvekirin, bi çalakiyekê li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Di bîranîna ku li Navenda Çanda Elewiyan a Basel û Derdorê (BAKM) hat lidarxistin de, ji bo kesên di rêya heq û heqîqetê de şehîd bûne, di şexsê Seyît Riza û hevalên wî de deqeyek rêz hat girtin û piştre find hatin vêxistin.

Piştre belgefîlma ku ji şahidên Komkujiya Dersimê pêk dihat, hat nîşandan.

Piştî sînevîzyonê nûnerên Navenda Çanda Elewiyan Hidayet Ok û Mûsa Mûtlû axaftinek kirin. Axaftvanan bi bîr xist ku daxwaza dawî ya Seyît Riza jî di dema darvekirinê de pêk nehat, bal kişandin ser êrîşên qirkirinê yên dîroka 100 salî ya dewleta Tirk a li dijî gel û baweriyên weke Elewî, Kurd û Ermeniyan.

Piştre Pîr Seyît Erdogan gulbang xwend û koqme hat belavkirin.