Serokwezîrê çepgir dixwaze tevdîrên dijî koronayê rake

Thurîngen ku yekane eyaleta Elmanyayê ya bi rêveberiya Partiya Çep e, plan dike ku ji 6'ê Hezîranê û pê ve hemû tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê wergirtiye bi dawî bike.

Li Elmanyayê ji destpêka meha Adarê ve vîrûsa koronayê bi bandor e. Eyaletekê biryar da ku dest ji mesafeya civakî û bikaranîn maskeyê berde.

Eyaleta Thurîngenê ku Partiya Çep, Partiya Kesk û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) di nava hikumetê de ne û Bodo Ramelow ê ji Partiya Çep serokwezîrtiyê jê re dike, alîgirê wê yekê ye ku êdî jiyana rojane asayî bike.

Serokwezîrê eyaletê Ramelow diyar kir, ew li ser planekê dixebitin ku ji 6'ê Hezîranê û pê ve dawî li tevdîr û qedexeyan hemûyan bînin. Ramelow destnîşan kir, li şûna qedexeyên ji aliyê rêveberiya eyaletê ve bên danîn, divê gel bi xwe tevdîran bigire û got, eger di nava 100 hezar kesî de 35 kes bi vîrûsê bikevin, wê ji nû ve tevdîran bigirin.

EYALETÊN DIN XWE NÊZÎ NÊZÎKATIYEKE BI VÎ RENGÎ NAKIN

Ramelow ji hejmara îro ya rojnameya "Bîld am Sonntag" re axivî û diyar kir, ku di meha Adarê dewan xwe ji bo zêdeyî 60 hezar nexweşî amade kirin û got, "Niha di halê hazir de tenê 245 nexweşên me hene. Bêguman bi saya tevdîrên xwe em di vê astê de ne, lê belê bi dîtina min êdî pêwîstî bi van tevdîran nîne."

Plana bidawîkirina tevdîrên koronayê ku Ramelow amade kir, wê roja Sêşemê ji aliyê desteya wezîran a hikumetê ve bê nirxandin. Nayê zanîn ku hevparên din ên hikumetê bi çi rengî nêzî planê dibin. Lê belê rêveberiyên eyaletên din bidawîkirina tevdîran weke mijareke zû dibînin.

MERKEL TEVDÎR PARAST

Di vê navberê de mîna her dawiya hefteyê doh jî li Elmanyayê li dijî tevdîrên vîrûsa koronayê çalakiyên protestoyî hebûn. Tevî paytext Berlînê li gelek bajran xwepêşandan hatin lidarxistin û hate îdîakirin ku tevdîrên li dijî koronayê hatine wergirtin binpêkirina mafê bingehîn û azadiyê ye. Her wiha rexneyên tund li hikumeta federal hatin kirin ku Angela Merkel serokwezaretiyê jê re dike.

Serokwezîr Angela Merkel jî peyamek bi dîmen a heftane weşand û mijar nirxand. Merkel bal kişand ser xala 1'emîn a Destûra Bingehîn a Elman ku dibêje, "Dest li rûmeta mirovan nayê dayin". Merkel got, "Me jî xwe spart vê xala destûra bingehîn û ji bo sîstema tenduristiyê bi rê ve biçe tevdîr wergirt."