Serokê Şaredariya Kolnê: Danîna qeyûman xeteriye!

Desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve li bajarê Koln ê Elmanya û Marsîlya ya Fransayê ve bi çalakiyan hatin protestokirin. Serokê Şaredariya Kolnê Andreas Wolter diyar kir ku danîna qeyûman weke xeteriyekê dibînin.

KOLN

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê ve li navenda bajar li dijî qeyûman çalakiyek lidar xist. Çalakiya di demê civaîna Meclîsa Şaredariya Kolnê dihate kirin de pêk hat, kesên tevlî çalakiyê bûn ji aliyê Seroka Koma Partiya Çep a Meclîsa Şaredariya Kolnê Jorg Detjen û endama meclîsa şaredariyê ya serbixwe Hamîde Akbayir ve hatin pêşwazîkirin. Di çalakiyê de dosyaya têkildarî qeyûman pêşkêşî Detjen hate kirin.

Piştre Serokê Şaredariya Kolnê Andreas Wolter li vir axivî û diyar kir ku gelek hevserokên şaredariyan hatine girtin û got: “Ev weke rewşeke pir xeternak dibînin.Piştî serketina gel a li Stenbolê û şûnde bi qeyûman destdanîna ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê pir xetere.” Herî dawî Wolter diyar kir ku wê di asta xwecihî de alîkarî bike û di her mijarê de ji bo destekdayînê amade ne.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê jî bi çalakiyekê desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê hate protestokirin. Stand saet 14:00’ê li navenda bajar li Qada Vîeûx Portê hate danî. Berdevkê komîteya amadekar ragihand ku wê sê rojan li cihên cuda standê danin û wê li van cihan jî têkildarî qeyûm û desteserkirina şaredariyan agahî bidin. Gelek belavok hatin belavkirin..