Seroka Şaredariya Rennesê ji bo Gulten Kişanak name şand

Seroka Şaredariya Rennes a Fransayê Natalîe Appere, ji bo hevşaredara Amedê’ê ji bo Gulten Kişanak nameyek şand.

Seroka Şaredariya Rennes a Fransayê Natalîe Appere bi rêya Komeleya Dostên Kurdan a Bretonya a ji bo şopandina hilbijartina xwecihî hatibûn Amedê nameyek ji bo Kişanak şand.

Appere got: “Di meha Sibatê de me agahiyên giran ên di derbarê we de bihîst. Vê bizanin li Rennesê gelek dostên we hene.”

Appere diyar kir ku Şaredariya Rennes ji bo piştevaniya bi Kişanak re gelek aktivîte lidar xistiye. Ji bo pirtûka Kişanak a ‘Rengê Mor ê Siyasetê’ seyansên xwendinê hatine pêkanîn û diyar kir ku rojekê ji bo Fransî bê wergerandin.