Serdanên ji bo çalakgerên Strasboûrgê dewam dikin

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo protestokirina tecrîda garan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li bajarê Strasboûrgê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo protestokirina tecrîda garan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî û tenduristiya wî 17’ê Kanûnê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin didome. Her roj bi kom welatî diçin serdana çalakvanên çalakiya greva birçîbûnê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Strasborûgê ye dikin.

Her roj bi dehan Kurdistanî diçin serdana çalakvanan. Çalakvanên ku welatiyan pêşwazî dikin, li gel wan sobhet dikin, bûyerên siyasî dinirxîninin. Kurdistanî jî bi piştgiriyekî xurt xwedî li wan derdikevin.

Heverdevka Meclîsa Gel a Darmtadtê Hatîce Peşmen a di serdanê de axivî anî ziman ku bi ketina greva birçîbûnê ya li paytexta Ewropa qaşo parêzvanên mafê mirov û azadiyê ne, daxwaza maf û azadiyê kirin ji bo Ewropiyan şermekî mezin e.

Peşmen got: “Em gelê Kurd tecrîda li ser Rêbertiya xwe şermezar dikin, Ewropa jî li pişt vê tecrîdê ye. Di kesayeta Leyla Guven de hemû çalakvanên çalakiyên greva birçîbûnê silav dikin.”

Endamên JXK/YXK Parîs jî serdana çalakiyê kirin. Di axaftinên li vir hate kirin de ev tişt hate gotin: “Ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji demeke dirêj ve ye ti agahî jê nayê girtin, di serî de li zindanên Tirkiyeyê û gelê me yê welatparêz li her qada lê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirine.”

Em ciwanên JXK/YXK xwedî li çalakiyên vê demê tên kirin derdikevin û destnîşan dikin ku pêvajoya li pêşiya me pêvajoyeke gelekî girîng e.

Roj roja xwedîderketina li Rêbertiyê ye, divê li her qadê gelê me yê welatparêz xwedî li çalakiyan derbikeve.