Senetorê Awûtûralyayî ji bo Guven pêşnûmeyek da meclîsê
Senetorê Awûtûralyayî Rîchard Dî Natele, di derbarê Leyla Guven û çalakvanên din ên li dijî tecrîda li ser Ocalan di grevê de ne, pêşnûmeyek pêşkêşî Parlementoya Avûstûralyayê kir.
Senetorê Awûtûralyayî Rîchard Dî Natele, di derbarê Leyla Guven û çalakvanên din ên li dijî tecrîda li ser Ocalan di grevê de ne, pêşnûmeyek pêşkêşî Parlementoya Avûstûralyayê kir.
Senetorê Awûtûralyayê Rîchard Dî Natele, di derbarê Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û çalakvanên din ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ne, pêşnûmeyek pêşkêşî Parlementoya Avûstûralyayê kir.
Rîchard Dî Natele yê lîderê Senetoya Partiya Keskan a Awûtûrlayayê di pêşnûmeya pêşkêş kirî de bal kişand ku greva birçîbûnê ya Leyla Guvne di roja 100’ê de ye û her diçe rewşa wê giran dibe. Dî Natele destnîşan kir nêzî 300 çalakvanên din jî di grevê de ne û bibîr xist ku Tirkiye bi qasî pêwîst ne av û ne jî vîtamînan dide van kesan.
Dî Natele di pêşnûmeya xwe de bang li hikûmeta Awûstûralya kir ku ji bo diyalogek di navbera Tirkiye û çalakvanan de bê çêkirin, divê bikeve nava hewldanan.
Hate ragihandin ku wê pêşnûme di meha Nîsanê de li meclîsê bê nîqaşkirin.