Sendîkaya 175 salî banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir

Sendîkaya Firin, Dexil û Dan û Kar a Giştî-BFAWÛ, di konferansa xwe ya bi tevlêbûna 200 delegeyan li dar xist de banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Kampanyaya Azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan a 16 sendîkayên nûneriya bi milyonan karkirên rêxistinkirî yên li Îngilistanê dikin, her ku diçe berfereh dibe. Sendîkaya Firin, Dexil û Dan û Kar a Giştî BFAWÛ ya ji sala 1847‘an heta bi niha di nav tevgera sendîkayî de çalak e, bi konferansa xwe ya bi tevlêbûna 200 delegeyan li dar xist de banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. 

Seroka Giştî ya Sendîkayê Sarah Wooley a xîtabê bi sedan delegeyên tev li konferansa li bajarê Hastîngs ê Îngilistanê bûn kir, diyar kir ku ew  bi kirina piştgiriya bi aktîvî ya Kampanyaya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şanaz in û got Rêberê Gelê Abdullah Ocalan bi tevgera azadiyê ya bi fikirên xwe li Rojhilatê Navîn bi pêş de biriye hêj jî hêvî ye ji bo mirovahiyê.