BI DÎMEN

Saziyên Kurdan ên li Ewropayê banga tevlîbûna meşa Kolnê kirin

Nûneriyên Saziyên Kurd ên Demokratîk ên li Ewropayê ji bo meşa 17’ê Sibatê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Kolnê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de 17’ê Sibatê wê li bajarê Koln ê Elmanyayê meşeke girseyî bê lidarxistin. Nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropayê, ji bo tevlîbûna meşê bang kirin.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever diyar kir ku armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tunekirina destkeftiyên gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye û got: “100 sal in li ser gelê Kurd siyaseteke qirêj tê meşandin. Ev li Lozanê destpê kir. Nehêlan Kurd bi azad bijîn. Lê bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîneke mezin li dijî vê yekê hat meşandin. Lê hêzên ku dixwestin gelê Kurd îmha bikin, li dijî Rêber Apo komplo xistin meriyetê. Em bang li hemû gelê xwe dikin di salvegera komployê de ji bo jiyana azad em li Kolnê bi hev re bimeşin. Jiyaneke azad û wekhev encex bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.”

Ji Hevserokatiya berê ya KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku meşa 17’ê Sibatê ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye û ev tişt got: “Ev meş pir girîng e. Divê her Kurd xwe ji vê meşê berpirsyar bibîne. Divê her kes ked bide da ku kesên li derdora xwe jî tevlî vê meşê bike. Her Kurdekî ku li Ewropayê dijî divê destpêkê ji xwe re, piştre ji derdora xwe re bibêje ku ‘Ez 17’ê Sibatê li Kolnê me û divê hûn jî li Kolnê bin’. Çima? Ji ber ku eger em çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêbertî dixwazin, divê em têkoşîna xwe bimeşînin. Divê gelê me bi ruhê seferberiyê biherike Kolnê.”

‘JI BO AZADIYA RÊBER APO DIVÊ EM LI QADAN BIN’

Hevserokê Federasyona Komeleyên Kurd a Hollandayê Engîn Yûrtsever got ku 17’ê Sibatê bi sed hezaran Kurdistanî yên li Ewropayê û dostên gelê Kurd wê kom bibin û wiha bilêv kir: “Em bi yek dil û yek dengî biqêrin, em ê bibêjin ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’. Ji ber ku em gelek welê ne ku bi sedan sal me li dijî mêtingerî, dagirkerî û qirkirinê li ber xwe daye. Em mirovên gelek welê ne ku ji bo edalet, wekhevî û azadiyê têdikoşin. Ez bang li Ewropayê jî dikim. We beriya 75 salan li dijî faşîzmê têkoşînek da. Lewma deynekî mirovî ye ku hûn wate bidin têkoşîna me û tevlêkariyê lê bikin. Di 17’ê Sibatê de ji bo azadiya gelê Kurd û Rêber Ocalan em bibin yek.”

Parlamenterê berê yê HDP’ê Mûsa Farisoglû jî ev tişt diyar kir: “Divê em bi ruhê seferberiyê Rêber Apo azad bikin. Ji bo statuya Kurdistanê em xebatên xwe li hemû qadan didomînin. Dîsa di çarçoveya pêngavê de li Ewropayê ji 3 saliyan ve meşa dirêj didome. 17’ê Sibatê jî hemû baskên meşa dirêj wê bigihijin Kolnê. Em bang li gel û dostên xwe dikin; em bi hev re li Kolnê bin. Em di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibin. Serketin jî nêz e. Ji bo vê yekê divê em bi rola xwe rabin. Divê ji bo azadiya Rêber Apo em wezîfeya xwe bi cih bînin.”

Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîda giran de tê ragirtin û ev bang kir: “Eger em azadiya Rêbertiya xwe mîsoger nekin, statuya Kurdistanê bi dest nexin ti kes li şûna me vê yekê nake. Eger em naxwazin sedsaleke din jî rastî qirkirinê bên, eger em dixwazin bi azad bijîn divê em pêdiviya vê yekê jî pêk bînin. Ji bo azadiya Rêbertiya xwe ji bo li Ewropayê û cîhanê dengê me bê bihîstin, em hemû di vê têkoşînê de cih bigirin.”

Hevserokê Federasyona KAWA Mehmet Çoban diyar kir ku 25 sal in Abdullah Ocalan di bin esaretê de ye û ji bo meşa Kolnê bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku beşdarî meşê bibin.

Hevserokê FED-MED NRW’ê Ahmed Kobanê jî ragihand ku divê sala 26’an a komployê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em nabêjin em tenê tecrîdê bişikînin. Em neçar in ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em bang li Kurdistanî û dostên wan dikin. Em li Kolnê dengê xwe bi dijmin bidin bihîstin.”

Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan jî anî ziman ku her mirovê xwedî wijdan divê 17’ê Sibatê li Kolnê be û got: “Divê em ji bo azadiya Rêbertiya xwe têbikoşin. Ji bo azadiya Rêbertî û statuya Kurdistanê divê em li Kolnê bin.”

Hevserokê Nav Berlîn Huseyîn Yilmaz jî ev tişt got: “Pêvajoya ji bo gelê Kurd pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Rêberê Gelê Kurd 25 sal in di bin esaretê de ye. Her kesê welatparêz, xwedî wijdan, alîgirê demokrasî û azadiyê divê beşdarî vê meşê bibe. Gelê Kurd, jin, ciwan, kal divê biherike Kolnê. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê em li qadan bin. Em bibin dengê azadiyê.”