Saziyên Kurd ên li Rûsyayê têkildarî Şengalê daxuyanî dan

Li Rûsyayê gelek saziyên Kurd bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê bi tundî şermezar kirin.

Saziyên Kurd ku di nava wan de Yekîtiya Komeleyên Kurd a Navnetewî û Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî cih digirin, bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Dewleta Tirk a dagirker roja 15’ê Çileyê bi balafirên şer li dijî gundê Digûrê yê Şengalê êrîşa hewayî pêk anîbû. Di vê êrîşê de 4 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn. Dewleta Tirk ji par ve gelek caran Şengal kir hedef. Ev êrîş li gelek cihên cîhan û Kurdistanê bi çalakiyan hate protesto kirin. Em sazî û desteyên Kurd ên li Rûsyayê êrîşa li dijî Êzidiyan bi tundî şermezar dikin. Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li dijî êrîşê bêdeng nemînin.”

Daxuyanî wiha didome; “Qirkirina li dijî Êzidiyan didome û dewleta Tirk dixwaze tola DAÎŞ’ê hilîne. Êzidî her tim xwestine di nava aşitî û aramiyê de li ser xaka xwe bijîn û tu zirarek nedayîne kesekê. Divê demildest Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa bêdengiya xwe bişkînin û mudaxele bikin. Em bang li Rûsyayê dikin ku li beramberî van êrîşan xwedî helwest be. Dewleta Iraqê jî li dijî van êrîşên ku serweriya Iraqê binpê dike helwest nîşan bide û li dijî bombeberana çiyayên Kurd ya ji aliyê dewleta Tirk ve derbikeve. Divê gelê Kurd yên li cîhanê û Kurdistanê li dijî van êrîşan dengê xwe geştir bikin. Em êrîşa dewleta Tirk şermezar dikin û li dijî vê em ê her tim li ser pêyan bin. Em sersaxî ji gelê Kurd û malbatên şervanên YBŞ’ê re dixwazin. Em soz didin ku em ê xwedî li bîranînên şehîdan derbikevin û têkoşînê geştir bikin.”