Saziyên Elewiyan çûn serdana berxwedêrên Strasboûrgê

Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Elmanyayê (AABF) Huseyîn Mat û koma rêveber a pêre serdana çalakgerên greva li Strasboûgê kirin, peyama piştevaniyê dan û ji bo mirin çênebin bang kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ya 14 çalakgeran di roja 56’an de bi biryardarî didome.

Danê nîvro Endamê Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî û Wezîrê berê yê Edaletê yê Îzlandayê Ogmûnd Jonasson jî di nav de komekê serdana çalakgerên grevê kir. Ji gelek bajarên Ewropa bi dehan Kurdistanî, Tirkiyeyî û Ewropiyan serdana çalakgeran kirin û berxwedana wan silav kirin.

SEROKÊ AABF MAT Û RÊVEBER JÎ LI STRASBOÛRGÊ BÛN

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 56’an de bi piştgiriya nûnerên Elewiyên Kurdistan û Tirkiyeyî û gelek desteyan didome. Heta roja îro gelek rêveberiyên komeleyên Elewiyên Tirkiyeyî serdana çalakgeran kirin û piştgiriya xwe diyar kirin. Îro Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Elmanya (AABF) Huseyîn Mat û gelek rêveberan serdana çalakgeran kirin.

Di serdanê li ser navê AABF’ê Mat axivî û got; “Em di nava ‘Meha Xizir’ de ne û di vê mehê de ‘alîkariya ji bo kesên di zorê de’ gelek girîng e. Di îbadet, bawerî û perwerdehiya me de mafê jiyanê pîroz e û divê mafê jiyanê bi ti awayî ji mirovan neyê girtin.”

BANGA ‘DESTPÊKIRINA PÊVAJOYA AŞITIYÊ’

Serokê AABF’ê Huseyîn Mat ji bo rawestandina mirinan bang kir. Mat ji bo çareseriya doza Kurd banga pêvajoyê aşitiyê kir û got; “Niha li welatê em lê ne, erdnîgariya ku em lê dijîn, li ku derê cîhanê be bila bibe; mirov di nava aşitiyê de, bi biratî û di nava şert û mercên wekhev de bila bijîn. Û daxwaza me ew e ku berî demekê ev pêvajoya nerênî were bidawîkirin. Bila pêvajoya aşitiyê were destpêkirin. Em dibêin bila tu kes nemirin, dayik û bav bila negirîn.”

KOÇ: EGER XWÎN WERE RAWESTANDIN, BILA BEDENA ME FEDA BIBE

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç spasiya heyeta AABF’ê kir û wiha got; “Çalakiya me ne ji bo Kurdan, ji bo Elewî, Êzidî, Ermen, hemû bawerî û gelên Rojhilata Navîn e. Ji bo ku mirinên nû çênebin û xwîn raweste em di çalakiyê de ne. Em gelek ji jiyanê hezdikin. Lê ji bo mirin çênebin me bedena xwe daye ber mirinê. Eger bedena me pêşiya mirinên nû bigire bila feda bibe. Eger xwînê bide rawestandin bila feda bibe.”