Samî ne li hêviya lêborînê lê li hêviya hevrûbûnê ne

Gelê xwecih ê Skandînavî Samî dibêjin Swêd û Fînlandiya ku ziman û çanda wan qedexe kiribû û polîtîkaya asîmîlasyonê li ser wan kirî tenê lêborînê bixwazin têrê nake û dibêje divê ev du dewlet bi rabirduya xwe ya nîjatperest te divê hevrû bibin.

Samî, di nav Yekîtiya Ewropayê de tekane gelê xwecih bû, Samî yên ku li herêma Laponya ya bakurê Skandinavya bû û xaka wan ji hêla Norwêç, Swêd û Fînlandiya ve hatî dagirkirin, dixwazin neheqiya ku bi sedan sal in li wan hatiye kirin were qebûlkirin û rastkirin.

Heta destpêka salên 1970'yî Fînlandiya û Swêd li ser Samiyan nîqaşên nîjatperest domand. Serê salên 1900'î Samî li baxçeyên heywanan û sîrkên Ewropayê hatin nîşandan. Kirin ku zarokên Samî li dibistanên wargehî  Swêdî û Fînî hîn bibin. Axaftina bi zimanê xwe li wan hate qedexekirin.

Têkoşîna Samiyan ya bi daxawza ku Swêd û Fînlandiya bi dîroka ya xwe ya nîjatprest re hevrû bibin sala 2018'an hinekî pêş ket. Hikûmeta Fînlandiya ji bo ku asîmîlasyon û nîjatperstiya li ser Samiyan bipirse biryar li ser avakirina 'Komîsyona Rastiyan û Lihevkirinê' da. Ji bûdçeya dewletê 1,5 milyon Euro pere hate veqetandin.

Petra Laîtî demeke dirêj Seroktiya Souma Samî Nuorat (Komeleya Samiyên Ciwan a Fînlandiya) kir.  Ji bo ku Fînlandiya bi rabirdûya xwe re hevrû bibe ji bo avakirina ''Komîsyona Rastiyan û Lihevkirinê' têkoşiya.

Laîtî ku niha Alîkara Wezîra Karê Navxwe Marîs Ohîsalo ye, ji rojnameya HBL'ê re ku li Fînlandiya diweşe, derbarê daxwaz û fikarên Samiyan daxuyanî da.

Laîtî got avakirina Komisyona Rastiyan û Lihevkirina li nav Samiyan hîsên cihê  bi hev re binakok anîne û piştî ku xebata komîsyonê dest pê kiriye got dibe ku li nav yixtiyarên wan travma çêbibin.

Laîtî diyar kir piraniya Samiyan ji dewleta Fînlandiya bawer nakin û got, ''Divê ev pirsgirêk li nav civaka Fînî were nîqaşkirin. Bawerkirina Samiyan a bi Fîniyan divê weke terisandina tiştên qebûlkirina tiştên ku Fîniyan bi Samiyan kiriye were dîtin.''

Laîtî got weke nakokiyekê nabîne ku li aliyekî ew aktivîsta Samî ye û li aliyê dî alîkara Wezîra Karê Navxwe ye û diyar kir û aktivîstên kêmaran berdevk û kana agahiyê yên kêmaran têne bikaranîn. Laîtî got ew pê aciz dibe ji ber ku weke ferhenga Samiyan tê dîtin.

Daxwaza Samiyan ku dewletên mêtinger bi rabirduya xwe ya nîjatpeest re hevrû bibin sala 2017'an bersivek ji xwe re dît, li Parlamentoya Norwêçê avakirina komîsyona rastiyan hate nîqaşkirin. Samiyên nû û yên berê nîjatperestî û cihêkariya ku kêmara Samî li Norwêçê dîtî, hate gotin.

Piştî bi du heftiyan Seroka Fînlandiya Jûha Sîpîla serdana Parlamentoya Samî kir û ragihand ew ê komîsyona rastiyan ava bikin. 

Li Swêdê Ombûdsmana Cİhêkariyê got ew ê destekê bidin têkoşîna Samiyan a ji bo avakirina komîsyona rastiyan. 

Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê bi dehan caran ji welatên Skandînavî xwest ku hurmetê bidin mafên Samî lê li gel vê jî ji bo mîsogerkirina mafê Samiyan ti gaveke berbiçav nehate avêtin.

Norwêç û Danîmarka xala 169'an ku heqê gelên xwecih mîsoger dike her çendî qebûl kiribe û ji parlamentoyê derbas kiribe jî Swêd û Fînlandiya îmze nakin.

Her wiha li gorî lêkolînên ku hatine kirin gelên Skandînavî derheqê gelên xwe yên xwecih ne  xwedî zanîngekê ne, li gorî rapora dawî ya Komîteya Dijî Nîjatperestî û Nexweşbîniyê ya Komîsyoan Ewropayê (ECRI) piraniya civaka Fînlandiya derheqê Samiyan ne xwedî agahiyekê ye.