Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Osloyê hate pîrozkirin
Li paytexta Norwêc Osloyê, salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Li paytexta Norwêc Osloyê, salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Kurdên li paytexta Norwêc Osloyê, salvgera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li gel dostên xwe pîroz kirin. Heman rojê cihê nû yê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate vekirin.
Di pîrozbahiyê de Hevserokên NCDK-Oslo Rozerîn Algunerhan û Endam Aso destpêkê axivîn. Her wiha Dayê Yadê ya ji Başûrê Kurdistanê ku sê zarokên wê li nava refên gerîla şehîd bû, cejna vejînê pîroz kir.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî destnîşan kir ku gelê Kurd bi Pêngava 15'ê Tebaxê re bû xwedî îrade. Kartal got, "Dîroka ku beriya 39 salan ji aliyê Egîdan ve li ser xeta berxwedanê ya Rêber Apo hate nivîsandin, îro bi milyonan mirov daye pey xwe û hebûna xwe bi cîhanê daye qebûlkirin."
Piştre bernameya çandê ya Komîteya Çand û Hunerê destpê kir. Hunermendê herêmî Welat Kobanê jî hunera xwe nîşan da û beşdaran li ber stranên wî govend gerandin.