Salvegera komkujiya Şengalê li Torontoyê hate protestokirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê salvegera êrîşên 3’ê Tebaxa 2014’an ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê hate protesto kirin.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê salvegera êrîşên 3’ê Tebaxa 2014’an ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê hate protesto kirin.
Çalakî ji aliyê Komîsyona Jinan a Meclîsa Gel ya Kurd ve li Yonge&Bloor bi beşdarbûna Kurdistanî û dostên wan hate lidarxistin.
Di çalakiyê de pankartên têkildarî komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê hate hildan û belavok hatin belavkirin. Çalakî bi axaftinan bidawî bû.