Salvegera damezrandina PKK'ê li gelek bajarên Fransayê hate pîrozkirin

Salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê li gelek bajarên Fransayê bi çalakiyan hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn.

Salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê li gelek deverên paytexta Fransa Parîsê ji bilî pîrozbahiyên li salonan, li kolanan bi şahiyên bi heybet hate pîrozkirin. Bi teqandina fîşekên hewayî, bi meşaleyan, rûyê reng bi reng, bi dahol û zirne û gerandina govendê li kolanên Parîsê pîrozbahî hatin lidarxistin.

VÎLLENEÛVE

Pîrozbahiya destpêkê li Vîlleneûveyê pêk hat. Girseya gel li ber strasyona trenê li hev kom bû û li ber dahol û zirneyê fîşekên hewayî teqand.

Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir, alên PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Ciwanan bi agir peyva PKK'ê nivîsandin û heta derengiya şevê govend gerandin.

REÎMS

Li bajarê Reîms ê Fransayê ji bo silavkirina salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê û nîşandana îradeyê, Komuna Ciwanan a Reîmsê pîrozbahiyek lidar xist.

Ciwan bi meşaleyan heta qada Reîmsê meşiyan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana gerîla", "Ciwan fedaiyên Apo ne" qîriyan. Ciwanan ji bo demekê rê li trafîkê girtin û dûyê bi reng belav kirin. Pîrozbahiya li vê derê bi gerandina govendê bi dawî bû.

DRANCY

Cihekî din ku pîrozbahî lê hate lidarxistin banliyoya Drancy bû. Meclîsa Gel a Drancy li pêşiya komeleyê bi fîşekên hewayî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Pîrozbahiya ku gelek kes tevlî bûn bi saetan dewam kir.

Piştî pîrozbahiya li vê derê girseya gel li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy pasta jê kir û li zarokan belav kir. Pîrozbahiya li vê derê jî bi gerandina govendê bi dawî bû.

VÎLLERS LE BELE

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Vîllers le Belle jî salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê ji aliyê jin, zarok û girseya gel a welatparêz ve bi coş hate pîrozkirin. Li pêşiya komeleyê agir hate dadan, fîşekên hewayî hatin teqandin û bi dirûşman salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. Pîrozbahî heta derengiya şevê dewam kir û bi dirûşman bi dawî bû.

MANTES LA JOLÎE

Piştî pîrozbahiyên salonan ên bi heybet li Mantes La Jolîe jî girseya gel li qadan pîrozbahî lidar xist. Li pêşiya Meclîsa Gel a Mantes La Jolîe fîşekên hewayî hatin teqandin û govend hate gerandin. Di pîrozbahiyê de dirûşma 'Bijî PKK' hate qîrîn.