Salvegera damezrandina PKK'ê li Aarschotê hate pîrozkirin

Salvegera 45'emîn a damezrandina PKK'ê li bajarê Aarschot ê Belçîkayê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Li bajarê Aarschot ê Belçîkayê salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyeke bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin.

Di destpêka çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li ser wateya rojê axivî.

Kartal anî ziman ku 27'ê Mijdarê ji bo gelê Kurd roja vejînê ye û got, "Beriya PKK'ê li çar aliyên Kurdistanê bêhêvîtî, bêmoralî hebû. Dagirkeran bi her awayî serweriya xwe li ser Kurdistanê dewam dikirin. Revek ji Kurdîtiyê hebû. Ji ber vê yekê em dibêjin roja vejînê. Ya ku Rêber Apo û hevalên wî destpêkê kirin ew bû ku mêtingerî û dagirkerî di mejiyê xwe de tune kirin û bi vî rengî bingehek danîn. Eger em xwe weke hevrêyên Rêber Apo dibînin, eger rabirdû û rastiya xwe zanin, divê em bi her awayî xwedî li Rêber Apo derkevin. Bi saya vê partiyê jinê xwe nas kir, bi vî rengî veguherî hêzekê. Em îro dibînin ku PKK li çar aliyên Kurdistanê û ji gelên herêmê re pêşengiyê dike. Xwedî hêz e. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji welatê me destpê kir û li cîhanê belav bû. Ji ber fikrên Rêber Apo gelên cîhanê hemû dibêjin 'Em li dijî tecrîdê ne, piştgiriyê didin gelê Kurd û Rêber Apo silav dikin'. Ji ber berxwedana Rêber Apo û PKK'ê dewletên dagirker qirkirinê li Kurdan ferz dikin. Em îro pêşengiyê ji jiyaneke azad re dikin. Di heman demê de dibêjin ku têkçûna dagirkeriya dewleta Tirk û dagirkeriya li tevahiya Kurdsitanê bi yekîtiya Kurdan, bi avakirina jiyana azad dibe. Em îro karên xwe li ser bingeha 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' dimeşînin. Dirûşma vê demê ev e. Divê her kes bikeve bin vî barî. Divê xwedî li vê pêngavê derkevin û hîn xurt bikin. Em dibêjin, roj wê bê em ê Rêber Apo li paytexta welatê xwe pêşwazî bikin. Li ser vê bingehê em salvegera damezrandinê ya partiyê pêşwazî dikin."

Salona pîrozbahiyê bi alên PKK'ê û wêneyên şehîdan hate xemilandin. Girseya gel ku ji bajarên cuda yên Belçîkayê hatin dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo" qîriya.

Di şahiyê de Hozan Comerd, Hozan Diyar, Koma 4 Stêrk jî derketin ser dikê û bi stranên xwe 5 saetan coş da pîrozbahiyê.